Divê em zêdetir xizmeta civaka Kurdistanê bikin

Hemû teksta axavtina Nêçîrvan Barzanî li merasima mezûnkirina xwendekarên unîversîteya Selahedînê, roja 28.06.2012ê li bajarê Hewlêrê li stadyûma şehîd Firanso Herîrî:
Bi navê Xwedayê mezin
Mamosteyên birêz
Xwendekarên xweştivî
Ez kêfxweş im ku îro digel we beşdariyê di merasima şahiya xwendekarên derçûyên îsal yên zanîngeha Selahedînê dikim. Ez pîrozbahiyê li xwendekarên dercûyên zanîngeha Selahedînê, malbatên xwendekaran û li hemû xwendekarên derçûyên îsal li gişt zanîngehên Kurdistanê dikim. Erk û westiyana mamosteyên birêz jî gelek bilind dinirxîn im.
Xwendekarên derçûyên îsal jî, piştî qonaxa xwendina li zanîngehê, ew dikevin nav qonaxa kar û zêdetir erkên jiyanê de. Herwesa wezîfeya bikaranîna ew zanist û zaniyariyên di dema xwendinê de li zanîngehê wergirtine dikeve ser milên wan xwendekaran. Li hember vê yekê jî, berprisiyariya dabînkirina rewşeke aram ji bo jiyan û karkirinê û herwesa peydakirina derfetên kar dikeve ser milên hikûmetê.
Em xwenên we yên ji bo jiyaneke xweş û moderin fêm dikin, karname û nexşeyê me jî dabînkirina wê jiyanê ye ji bo nifşê nû li Kurdistanê.
Em hêvî dikin ku xwendekarên derçûyên îsal ku, dibine karmedên hikûmetê, bibine hokarê zêdetir çalakirina saziyên hikûmetê daku, hemû sazî zêdetir kar bikin û zêdetir xizmeta pêşeşkeşî civaka Kurdistanê bikin.
Hûn îro serkeftin, lê belê ji bîra we neçe ku, divê Kurdistan jî bi temamî serbikeve, hîngê serkeftina me hemûyan kamiltir dibe.
Xwendekarên xweştivî …
Em dizain we hemûyan pêwîstî bi karî heye, lê belê hikûmeta herêma Kurdistanê û tu hikûmetek din li cîhanê nikare hemû xwendekarên derçûyên zanîngehan di sektora giştî di nav hikûmetê de teyîn bike. Ji ber hindê, her li vira, ez ji we yên birêz re dibêjim, hûn xwedî hêzeke mezin a karkirinê ne, bi cesareta gêncatiyê têkelî hemû warên karkirinê bibin. Bê guman, hikûmet jî bi giştî û her du wezaret; wezareta kar û karûbarên civakî û wezareta pilandananê jî bi temamî alîkarên we dibin.
Em, weke hikûmet bi giştî, bidabînkirina emniyetê, karkirin ji bona binyatdanan jêrxaniya aboriya Kurdistanê û vejandina ekonomiya Kurdistanê di warên cihê de, zêdetir derfetên karî li Kurdistanê peyda dikîn. Herwesa pirojeyên pêdana pêşîneyên zewacê, qerzên biçûk û pêşîneyên avakirina xaniyan dê berdewam bin. Hinartina xwendekaran bo dervey welêt ku, hikûmeta herêma Kurdistanê di serdema kabîneya şeşem de dest pê kiriye, dê bidome. Ji bona ku xwendekar baştir bikaribin fêdey ji wan derfetan werbigirin, me tewsiye û rênîşanderên baştir danane. Di heman demê de me lêkolîn dest pê kiriye ka çawa pirojeyên akincîkirinê zêdetri fêdey bigihînin kêmderametan.
Li vira, ez vê minasebetê bi delîve dizaim ku, daxwazê ji hemû kompaniyên navxweyî û biyanî bikim ku, fêdey ji şiyan û îmkanên gêncên Kurdistanê werbigirin.
Daxwazê ji serokatiya zanîngeha Selahedînê û hemû zanîngehên Kurdistanê dikim ku, di warê avakirina têkeliyên digel sektora taybet û kompaniyan de, fêdey ji tecrûbeya çend zanîngehên Kurdistanê werbigirin daku, zêdetir derfetên kar bo xwendekarên derçûyî peyda bibin.
Her li vira daxwazê ji zanîngeha Selahedînê û hemû zanîngehên Kurdistanê dikim ku, lêkolînên xwe zêdetir nêzîkî civaka Kurdistanê bikin û li ser jênosîda gelê Kurdistanê û tesîra wê di hemû waran de, tesîra wêrankirina Kurdistanê, ji aliyê rijêmên berê yên Îraqê ve, li ser takê (ferd) kurdistanî, çewaniya binyatdanana jêrxaniya aboriya Kurdistanê û pêşxistina zîraetê, herwesa çewaniya nehêlana şideta li dijî xêzanê, şideta li dijî jinan û çareseriya pirsên civakî di nav civaka Kurdistanê de, zêdetir û lêkolînên başrti bikin. Bi vî awayî xwendekar û civaka Kurdistanê dikare zêdetir fêdey ji zanîngehan werbigirin.
Birêzan..
Bê tu kêm û zêdeyî, ez dibêjim; Em li Kurdistanê di qonaxeke hesas dene, ji sedemê wê aloziya siyasî û dewletdariya li Îraqê heye, herwesa ji sedemên wan gefên bi piraktîkî li ser wan prensîpên dewleta nû a Îraqê li ser hatiye avakirin ku ew jî sîstema demokratîk û federalî bû, hene, herêma Kurdistanê di qonaxeke nazik û hesas deye. Di çarîoveyê wan prensîpên Îraqê nû li ser hatiye avakirin, divyabû heta nuha pirsa niştimanî û netewîya kurdî çareser bibûya. Lê, mixabin, pirsa sînorên Kurdistanê ku, li gor madeya 140 hatîne diyar kirin, herwesa meselya pêşmerge, meseleya neft û gazê û dahatiniyê neftê ku di nav destûrê de hatîen destnîşan kirin, heta nuha tu ji wan pirsan nehatîne cîbicîkirin ku, ji bo gelê Kurdistanê li Îraqê ew xalên giring û jiyandinê ne. Gelê Kurdistanê ji wêdema ji bo cibicîkirina madeya 140ê di destûra Îraqê de hetiya destnîşan kirin zêdetir çaverê ma û tehemûl kir, ji ber hindê ew dem hatiye ku, em hemû bi hev re bi yek deng bêjîn; êdî binpêkirina destûra Îraqê û piştguhxistina made û bendên destûrê yên girêdayê cibicîkirina pirsên peywendî bi gelê Kurdistanê ve û peywendî bi demokrasiyê ve heye nayê qebûl kirin.
Di heman demê de, di warê îdarî û hukimdariyê jî ve, pêwîste hikûmeta federal a Îraqê cibicîkirina wezîfeya xwe li hember hevwelatiyên herêma Kurdistanê û wîlayetan û pêdana mafan têkelî nakokiyên siyasî li Îraq neke. Çênabe hikûmeta Îraqê wan maf û hevbeşiyan li ser herêm û wîlayetan weke karta zixtê bikarbîne. Ew siyaset siyaseteke serkeftî nebûye li ser dema rijêma Sedam û nuha jî li Îraqa federal sîstemek ku, biryar li ser hatiye dan, divê demokratîk be, nabe ew siyasta berê dubere bibe, belkî her çênabe hizir jî li wê siyastê bê kirin.
Mixabin, di van çend salên borî de, hikûmeta Îraqê beşê herêma Kurdistanê ji budceyê û ji mazotê bi dirustî nedaye û di destpêka îsal de û di meha borî jî de, pişka herêma Kurdistanê bi awayekî gelek mezin mazota herêma Kurdistanê kêmkiriye. Eger ji encamê pêngav û siyaseta çend salên borî a hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê neft û gazê de nebûya, nuha Kurdistan di nav vê germê de di rewşeke gelek tirsinak de bijiya. Ji ber ku îro, elektirîk çavkaniya sereke a jiyan, xizmetgozarî, karên hikûmetê û sektora taybet û hevwelatiyan e. Eger me ew nekraya li Hewlêr, Duhok, Silêmanî û bajarê Kerkûk a xweştivî nuha jiyan rawestiyabû.
Dema me dest bi wan pêngavan kir, tevî rêgirên ji derve, gelek rexne û heta dijatîkirin li navxwe jî rû bi rûyê me kirin, lê belê meziniya aramncê ku, xweşkirina jiyana hevwelatiyan bû, em, li hikûmeta herêma Kurdistanê, teşwîq kirin û ji ber hindê em sar nebûn û em serkeftîn. Lê, mixabin, nuha jî ji aliyê hindek terefan ve rexneyê li wê siyaseta hikûmeta herêma kurdistanê a di warê beftê de digirin. Li ser astê Îraqê jî em dibêjin; herêma Kurdistanê li gor wan mafan tevgeryaye û tevdigere yên ku di destûra Îraqê de hatine diyar kirin. Li ser astê navxweyî jî; hikûmeta herêma Kurtdistanê gelek caran ji parlamentoyê, rêvebityên saziyên ragehandinê û ji partiyên siyasî re gotiye, û nuha jî amadeye, bersiva hemû pirsên di vê çarçoveyê de pêwîst bin bide.
Îro ji bo herêma Kurdistanê derfeteke baş heye. Li şûna ku nefta me bibe pereyê wî çekê kurd pê jinav dibirin, ew dibe sedemê pêşkeftin û pêşerojeke geş bo gelê me. Nuha Kurdistan li ser nexşeya enerjiya cîhanê navekê diyar e û bihêz e. Eger em vê meseleya stratejîk têkelî meseletên berteng yên siyasî û hizbî nekîn, bawer bikin jiyan û pêşerojeke gele baş bo gelê me dabîn dike. Ji ber vê yekê ez li vî senterê zanistî dibêjim; Îro şansekî mezin yê pêşkeftinê bo Kurdistanê heye. Pêwîste em bi hişiyarî miamileyê digel vê dosyeyê bikin û ji bo wê serkeftina dîrokî a herêma Kurdistanê pirsgirêkan ji tu aliyan ve dirust nekin.
Em, weke hikûmeta herêma Kurdistan, îsrarê li ser encamdana çaksaziyê dikin û çaksazî bûye armanca hikûmetê û pilaneke baş bo hatiye danan û kar jî li ser wê bi piraktîkî hatiye kirin û dê berdewam jî be.
Di hemû pêngavan de armanca me ewe em yekhikûmetiyê biçespînin, ew pêngavên ez diavêjim, ew pêngavên cîgirê serokêwezîr in û pêngavên hemû wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê ne. Dema cîgirê serokê hikûmetê jî pêngava dihavêje, piştevanî û piştgiriya min, weke serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, heye û pêngavên wî jî bi heman awayî. Me hikûmet heye, ne îdareya filan û fîsar partiyê ye, ez bixwe bi vî awayî li hikûmetê dinêrim, ez wisa dizainm vê dîtina min tu cudahî digel dîtinên xelkê Kurdistanê bi giştî nîne.
Sal bi sal rêkûpêkî û şefafiyet di budceyê de zêdetir dibe û em kar û xebatên hemû aliyan yên di vî warî de li herêma Kurdistanê bilind dinirxînin, lê belê ez dixwazim rabigehînim ku qed tiştek ne minasibe pêngav û wezîfeyên me tevlî hev bikin, çênabe hemû pirsan ji bo xatirê hilbijartinan bisayasî bikîn. Divê em wisa bikîn saziyên me karê xwe bikin, nuha me parlamementoyekî aktîv heye. Em weke hikûmet hez dikin ew aprlamento ku, çavkaniya şerîyetê ye li herêma Kurdistanê, aktîv be û rola xwe a çavdêrîkirinê bilîze, dema ew rola xwe dibîne, bê guman hikûmet jî çalaktir dibe.
Ez dixwaz im sipasiya parlamentoya Kurdistanê bikim ku di vê demê de, di hemû warên jiyana xelkê Kurdistanê de, bi cidî kar kiriye.
Xwendekarên xweşitvî
Careke din bi dilxweşia we û ya malbatên we ez dilxweş im, bi serkeftina we dilxweş im, we pîroz dikim, serkeftinê ji wer dixwaz im, jiyê we dirêj be û xwedayê mezin we miwefiq bike û di jiyanê de her di serkeftinan de bin.