Ji bo BDPê "çareserî çi ye?"

Rojnamevan Nazli Ilicak duh, xwerinek ji bo siyasetmedarên Kurd û hin rojnamevanan lidarxistibû. Siyasetmedarên Kurd; hevserokê BDPê Selahattîn Demirtaş, Hevserokê KCDê Ahmet Turk, Şaredarê Amedê Osman Baydemî, Cîgirên Hevserokên BDPê Meral Daniş Beştaş û Filiz Koçali, bi rojnamevan; Oral Çalışlar, Mehmet Altan, Nuray Mert, Sedat Ergin, Kadrî Gursel, amberîn Zaman û Altan Oymen re hatine cem hev.
Rojnamevan Oral Çalişlar, di nivîsa xwe de, dibêje ji bo BDP’iyan 3 pirsgirêkên bingeh hene. Li ser vê, çareseriya pirsgirêkê wiha bi kurtasî vedibêjin: Li Tirkiyê zêdetirî kesan, di têgeheke, bi çek bardana PKKê re sînorkirî dixwaze pirsgirêkê îfade bike. Halbukî berdana çekan, tenê lingekî çareseriya siyasiye. Çareserî, li ser 3 lingên bingeh ancax kare çareser bibe. 1. Wekhewî 2. Edalet 3. Aşîtî.
1. Wekhevî: Pêvajoya ku ber bi wekheviyê ve diçe, li Meclîsê, bi zagoneke bingehîn a nû a demokratîk kare destpê bike.
2. Edalet :Lazime Komisyona Lêkolînkirina Heqîqetan were avakirin. Di derbarê paşerojê de “li hev helalkirin” pêk were. PKK an dewlet, ku kê çi kiriye,
zilm û şîdet bi awakî rastîn û objektîf bila were tesbîtkirin. Dûra lêborîn tê xwestin.
3. Aşîtî : Di rêya çek berdanê de muxatap, Qendîl û Îmraliye. Aşîtî, tê wateya çek berdanê û di qada legal de vegerîn û siyaset kirina PKKê.