Cîhan
Îtalya û Spanya tên hember hev
Şampiyoniya Euro 2012 a Futbolê, ku li Ukrayna û Polonyayê bi hevparî dihat kriin, bi pêşbirka fînalê bi dawî dibe. Duh, Îtalyayê bi Almanya re lîst û reqîbê xwe 2 û 1 têk bir. Her du golên Îtalyayê jî Balotellî di nîvê yekem de avêtin. Golê Almanya di deqên dawiyê de hat, Mesut Ozil gol avêt û pêşbirk bi serkeftine Îtalya qediya.
Fînalîstê yekem Spanyayê, pêr bi Portekîzê re lîstibû û reqîbê xwe 4 û 2 têk biribû. Di fînala Şampiyonêya Euro 2012 a Futbolê de, Îtalya û Spanya dike werine hemberî hev.
Pêşbirka fînalê, 1ê Tirmehê seet di 21.45 an de, li paytexta Ukrayna li Kîevê, di navbera Îtalya û Spanya de wê were lîstin.