Diltengiya li dijî sûretê Şêx Saîd

Tam 87 sala berê, îro, Şêx Saîd û 47 dozhevalên wî, li Amedê hatin dardakirin. Di serî de Mazlumder, gellek rêxistinên sivîl, di 30ê Hezîrana 2012 an de, ji bo bîranîna Şêx Saîd û hevalên wî, dike çalakiyeke bibîranînê lidarbixin. Bi vê minasebetê, ji aliyên saziyên sivîl ve afîşeke agahdarkirinê ku li ser sûretê Şêx Saîd jî cih digirt, li ser dîwarê Mizgefta Fatîh hate daleqandin. Şeva çûnê ew afîşa ji aliyên hin kes an kesan ve hatiye tahrîpkirin. Vê sibê, hemwelatiyan ew afîşa di çopê de dîtine û li hemberî vê bertek nîşan dane. Bi rojane ku li ser malperên înternetê, gellek malperan ew çalakiya ji xwe re dikirine hedef.
Şêx Saîd û 47 hevalên wî, di sala 1925 an de, 29ê Hezîranê hatibûn dardakirin. Serhildana Şêx Saîd, di dîroka Komara Tirkiyê de, serhildana yekem a li dijî dewleta Tirkiyê tê îfadekirin.
Bernameya bibîranîna Şêx Saîd wiha ye:
Tarîx: 30ê Heziranê roja şemiyê
Saet : Mizgehta Fatih – Piştî nimêja esir
Parqa Saraçhane – 18.00
Şûn : Ji Mizgefta Fatihê heta parqa Saraçhaneyê meş
YÊN PIŞTGIRIYÊ DIDIN
AKABE
AKDAV
BEŞEMDER
BEYAN EGİTİM
FATİH AKINCILARI
KUDUS TV
MAZLUMDER
WEQFA MED ZEHRA
NUBİHAR
WEŞANXANA ZEHRA