Polîtîk

Diyarbekir Şex Seîd bîranî

Şêx Seîd û hevalên xwe li Diyarbekirê hatin bîranîn. Bîranina serokê serhildana kurd a sala 1925-ê Şêx Seîd û hevalên wî ji aliyê Tevgera Azadî ve hate pêkanîn.

Di çelakiyê de li Diyarbekir li devera Deriyê Çiyê xelk kom bûn û bi ser navê  kesîn ku ev çelakî li darxistîn Adnan Firat axavtinek kir û di axavtina xwe de got: Şêx Seîd li himber ji hole rakirina nirxên netewî û îslamî rabû ser xwe û serî li zordariyê li hilda. Lê ji aliyê dewletê ve hate serkutkirin.

Firat da xuyakirin ku kurdan ev yek qebûl nekiriye û nakin jî. Herweha li ser rewşa îro ya Kurdistanê jî Firat da xuyakirin ku pêwiste agirbestek giştî bête ragihandin. Firat daxwaziya azadkirina girtiyan kir û da kifşkirin ku dive di destura nû de mafê kurda cihê xwe bigre.

Piştî daxuyaniyê bi awayek komî dua hate kirin.

Back to top button