Polîtîk

Çîler: Ezê her tiştekî bêjim

Tansu Çîler serokwezîra demekî. Di dema serokwezîriya Tansu Çîler de li Tirkiye demek tarî bû, dezgehên tarî wek JITEM û ERGENEKONê bi navê dewletê her tiş dikiran , bi hezaran insan piraniyê wan kurd  hatin kuştin û winda kirin.

Gelek cara di malpera Rojevakurd de hatiye eşkerin ku, heta dema Tansu Çîler zelal nebê tu zeminek ji bo demokrasiyê nayê peyda kirin. Îro bi dehan general , efserên bilind, kesayetên sivîl ku endezariya înkilabên leşkerî dikiran, kemalîst û statukoparêz di zindanan dene yan jî bi awayekî li gel wan lêpirsîn hate kirin.

Niha dora Tansu Çîler e. Komisyona lêpirsînê di parlementoyê de biryar dan ku guh bidin Çîler. Ji bo vê yekê jî bi rêya telefonê bangî Çîler kirin ku werê parlementoyê û agahdariya bide û bersiva pirsên vê komisyonê bide.

Tansu Çîler bi vî awayî serokwezîrî dikira

Li ser vê yekê Tansu Çîler got: Di vê derbarê de tişta bikeve ser milê min ezê bikim.Qet mereqê nekin. Ez bawerim hun guh bidin herkesekî û herî dawî guh bidin min baştir dibe. Ez heta niha qet di derbarê pêvajoya 28-ê Sibatê de nepeyîvîm. Ezê cara ewil kiset bikim û tiştên girîng bêjim. Di destê minde arşîvek taybet heye. Ji bo wê hun guh bidin herkesî dawiyê ezê kiset bikim. Ji ber ku her tişta ku ew bêjin bersivek ya min heye. Avakirina komisyuna bi vî awayî gelekî girîng dibînim. Ez bawerim hunê dîrokê ronî bikin.

 

 

Back to top button