Cîhan

Zobeyî: Talabanî nikarê serokkomariyê rêve bibe

Lîsteya Iraqiyê di parlementoya Iraqê de bi serokatiya Dr. Eyad Elawî  îdia dike ku serokkomarê Iraqê Celal Talabanî ji bo nexweşûya xwe nikare bi rîkûpêk serokkomariya Iraqê rêve bibe.

Ji bo vê yekê jî Gruba lîsteya Iraqiyyê daxwaz dike ku kurd kesayetek din şûna Celal Talabanî bikin berendamê serokkomariyê.

Di vê derbarê de parlementer û endamê lîsteya Iraqiyê Talal Zobeyî daxuyaniyek da û di tê de got: Serokkomarê Iraqê niha ji bo rewşa xwe nikarê Iraqê bi başî reve bibe. Ji bo wê jî pêwiste kurd kesek din bikin berendam ji bo serokkomariya Iraqê.

Back to top button