Kultur

Tom Cruise ji Katie Holmesê vediqete

 

Stêrkên Holywoodê Tom Cruise û Katie Holmes, biryara ji hev dûrketinê dane. Parêzera Katie Holmesê Johathan Wolfe, daxuyand ku, Cruise û Holmesê biryara veqetandinê girtine. Aktorê sînemayê yê navdar û herî zêde qezenç dike Tom Cruise û dîsa aktrîsa sinemayê Katie Holmes, 6 salin ku zewicîne. Bi vê biryarê, zewaca 6 salî bi dawî dikin. 

Parezera Katie Holmes, Jonathan Wolfe, di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku, herduya biryara veqetandinê girtine lê sedema vê biryar girtina veqetandinê, pirsgirêkeke nav malbatî a taybet e. Di sala 2006 an de, di televizyonê de Tom Cruise evîna xwe îlan kiribû û bi hev re li Îtalyayê, li kelekê de zewicîbûn.  

Tom Cruise 59 saliye û Katie Holmes jî 34 saliye. Keçikeke wan a bi navê Suri heye. Tom Cruie, berê jî bi Mimi Rogers û Nicola Kidman re zewicîbû. 

 

 

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button