RojevTeknîk

Çekdarên PKKê êrîşe stasyona weşana Dihok û Zaxo Tv kirin

Çekdarên PKKê li geliyê Zaxo du roket avêtin  stûnên weşana  radyo û kanala televizyona Dihokê.Ji bo vê êrîşê weşana radyo û televizyona Dihokê rawestiya. Qeymeqamê Zaxo di derbarê vê êrîşê de dibêje ku, ev êrîş ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye kirin û zererek mezin a maddi gihaye bingehê weşanê, lê tu ziyanek canî nebûye.

Herweha   Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, di derbarê bûyerê de daxûyaniyek ragihand û vê êrîşa ku çekdarên PKKê kirî bi tundî çermezar dike.

Daxûyanî:

Îro danê nîvro, çekdarên PKKê bi mûşekan êrişî stasyoneke ragihandinê ya ajansa me li (Çiyayê Bêxêr) di navbera Duhok û Zaxoyê de kirin, ku ziyanek mezin gihandin avahî û alavên wê stanyonê û bû sedema rawestina weşana Radyoya Duhokê û Duhok TV ya Zaxo. Dalal TV û çend radyo û kenalên din ku bi rêya vê stasyonê bernameyên xwe ji herêmê re diweşînin.

Em vê kiryara tirsonek bi tundî şermezar dikin, lê em radigihînin ku armanckirina dezgehên ragihandinê û kenalên me yên ragihandinê ji bilî tirsa PKK ji dengê mêrxas û durust yê medyaya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) tiştekî din nîne. Hewldana steril a çekdarên PKK’ê ji bo tepeserkirina dengê mafdar û dengê netewî yê rojnamevan û medyayên PKK’ê ji bo veşartina kar û kiryarên neqanûnî û dagîrkeriyên xwe yên li Herêma Kurdistanê ye.

Tu bahaneyek ji bo van êrîşên wan tuneye.. Ev jî eşkere ye ku kiryara wan a nerewa nîşana têkçûn û têkçûna bername û ramanên kevinbûyî yên vê girûpa tevlihev e, ku ji bo pêkanîna armancên xwe yên tawankarî û dagîrkerî serî li hemû kiryarên nemirovane û neqanûnî didin.

Em careke din vê kiryarê şermezar dikin û daxwaz ji çekdarên PKKê dikin ku ji Herêma Kurdistanê derkevin û êdî nebin sedema metirsiyan û nearamiyê.

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê

Back to top button