CîhanRojev

Amerika di derbarê operasyona Tirkiye li rojavayê Kurdistanê daxûyaniyek da

Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan di axavtineka xwe de daxûyakirin ku, ew xwe amade dikin ku di nêzik de operasyonek berfireh li Bakurê Suriye(rojavayê Kurdistanê) pêkbînin. Erdogan di demekî de vê dibêje ku, li hinek deverên sinorî di nabera wan û HSDê de şer çêbûne. Herweha Tirkiye gelek cara bi drona berpirsên PKKê li rojavayê Kurdistanê dikin armanc.

Li ser vê gotara Erdogan, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, di derbarê operasyona ku Tirkiye dixwaze bike daxûyaniyek da. Price dibêje: Em ji rapor û gotubêjên li ser zêdebûna çalakiyên leşkerî yên li bakurê Sûriyeyê, bi taybetî bandora li ser sivîlên li herêmê gelekî bi fikar in. Em bawer dikin ku girîng e hemû alî rêzê li herêmên agirbestê bigirin û biparêzin da ku aramî li Sûriyeyê xurttir bibe û hemû alî ji bo çareseriya siyasî ji vê aloziyê re bixebitin.

Berdevkê wezereta derve behsa rewça deverên sinor dike û dibêje: Em fikarên ewlehiya rewa ya Tirkiyeyê li ser sînorê başûrê wî welatî fêm dikin.”

Back to top button