Civak

Çavdêrîkrina mafên mirovî li Kurdistanê

Alîkarê berpirsê fermangeha pêwendiyên derve yê herêma Kurdistanê diyar kir ku, wan ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwestine ku çavdêriya tevahiya sazî û yasayên herêma Kurdistanê bikin û ji bo baştirbûna asta mafên mirovan piştgiriya perwerdeyê bikin.

Dîndar Zêbarî alîkarê berpirsê fermangeha pêwendiyên derve derbarê vê mijarê  ji Rûdawê re got ku, ji bo baştirkirina rewşa mafên mirovan li Kurdistanê, planeke wan a stratejîk heye:

Em wek hikumeta herêma Kurdistanê, di warê mafên mirovan de cîdî ne û me xwestiye ku di asta navneteweyî de rewşa mafên mîrovan li herêma Kurdistanê bê şopandin.

Berî heyamekî berpirsê mafên mirovan ê Neteweyên Yekgirtî (NY) bo yê Iraqê Fransisco Mota di daxuyaniyekê de gotibû: “Li herêma Kurdistanê kêşeyên azadiya rojnamevaniyê mezin bûne.” Derbarê vê gotinê de jî Zêbarî got:

Heftiya borî li Herêma Kurdistanê ji bo bilindkirina mafên mirovan civînek hate lidarxistin û hate sînordarkirin ku heta sala 2014ê bê pêkanîn.

Dîndar Zêbarî di berdewama axaftinên xwe de diyar kir ku, ji bona baştirkirina mafên mirovan li Kurdistanê gav bên avêtin, bi hemû grûp û aliyan re civîn sazkirine û ev yek jî wek rastkirina yasa, rewşa girtîxaneyan, mafên jinan, mafên zarokan, azadiya rojnamegeran binavkirin û wiha got:

Me ji serokê herêma Kurdistanê xwest ku demeke zû yasaya bidestxistina agahiyan bipejirîne. Me li Hewlêrê hevkariyeke mezin ji beşa mafên mirovan a NY re kiriye. Wek hikumeta herêma Kurdistanê, beriya çar salan me ji NY xwest ku li herêma Kurdistanê ofîsekê veke û em ne ji wan welatan in ku di rêya çavdêrîkirina mafê mirovan astengiya çêkin.

Zêbarî got ku hikumeta herêma Kurdistanê ji bo gendeliyê planeke stratejîk daniye û wiha pêde çû:

Me ji NY re gotiye ku, bila werin çavdêriya rewşê bikin û yasayan li ber çavan derbas bikin. Em amade ne ku, yasayên xwe bi yasayên navneteweyî re hemaheng bikin. Dergehên me ji bo meşandina karê rêxistina NY vekirî ne.

Di dawiya axaftina xwe de Zêbarî got:

Me ji NY xwestine bi armanca ku li herêma Kurdistanê asta mafên mirovan bilintir bibe, çalakiyên xwe yên di warê perwerde û rahênanê zêde bikin.”

Back to top button