Çağlayan: Em li Hewlêrê xwe wekî li mala xwe hîs dikin.
Li Hewlêrê konferansek hate lidarxistin. Wezîrê bazirganiyê yê Tirkiyeyê Zafer Çağlayan, wezîrê bazirganî yê Kurdistanê Sînan Çelebî, wezîrê avadankirinê Kamuran Ehmed, wêzîrê çandinê Cemîl Silêman, serokê desteya hilberînê Hêrîş Muharrem û nûnerên zedetirî 150 kompaniyên kar û karmendên Tirkiyê tevlî konferansê bûn. Di konferansê de tekîliyên dewleta tirk û Kurdistanê yên aborî hatin niqaşkirin. Di konferansê de wezîrê bazirganiyê yê Kurdistanê Sînan Çelêbî axifî û diyar kir ku ev ji bo hevkariya dewleta tirk ya di warê bazirganiyê de pir bi kêyfxweşin. Çelebî, da zanîn ku Kurdistan hem ji bo Iraq, ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo dewletên rojava bûye dergahêkî kar.
Wezîrê bazirganiyê yê Tirkiyeyê Zafer Çağlayan jî di axaftina xwe ya di konferensê de diyar kir ku pêşketinên aborî yên li herêma Kurdistanê li gorî wan diçe û wiha got: “Em li herêma ferderal a Kurdistanê her tim xwe wekî li mala xwe hîs dikin. Bi taybetî jî Hewlêr.”
Zafer Çağlayan eşkere kir ku rêjeya bazgirganiyê ya par gihiştiye 12 milyar dolaran û hewldidîn ku îsal ev yek bigehije 25 milyaran.