Civak

Çarenûsa destûrê di vê heftiyê de kifş dibe

Paket a guhertinên di destûrê de bêne kirin, di parlementoyê de hatibûn qebûl kirin û serokkomar ji bo pejirandina vê paketê biryara referandumê dabû. Li gora vê yekê dadgeha bilind ya hilbijartina eşkere kirîbû ku, dê 12-ê meha îlonê 2010-ê referandum pêkwerê.

Lê CHP-ê, ji bo ku ev paketa guhertinan û biryara parlementoyê ji holê rabe û referandum neyê kirin serî li Dadgeha Destûrî dabû. Dê di vê heftiyê de Dadgeh di derbarê çarenûsa paketê de biryara xwe bide.

Wek tê zanîn Dadgeha Destûrî  hêdî ne wek dadgehekî lê wek dezgehek siyasî kar dike, di vê paketê de şeklê dadgehê bi xwe jî tê guhertin. Biryara dadgehê di derbarê paketa guhertinan de, wê rojevek nû li Tirkiye veke û ihtimala ku piştî biryara dadgehê hilbijartinên parlementoyê bidin pêş jî geleke.

Back to top button