Polîtîk

Çarenivîsa Kurdistanê bi hêza pêşmerge ve girêdayîye

Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û fermandarê giştîyê hêza pêşmerge li gel her du Fermandarên leşkerê Kurdistan û hêza pêşmergeyê Kurdistanê civiya.

Di destpêka civînê de, şêx Cefer Mistefa Elî wezîrê pêşmerge, ji bo pêkanîna civînê bi her du Fermandeyan re, spasiya serok Barzanî kir. Wezîrê pêşmerge li ser girîngiya civînê rawestiya û got:

– Ev civîn li demeke gelek girîng de tê encam dan û girîngiyeke taybetiya xwe heye. Bi taybetî ku ev pengaveke gelek bi wêrekiye bi navê yekxistina hêza Pêşmerge. Ji bo wê yekê em hez dikin guhdariya şîretên serok Barzanî bikîn da ku bikîn bernameya karê xwe yê pêşerojê.

Paşê serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û têda rola pêşmerge di tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê da bilind nirxand û got:

– Çarenivîsa Kurdistanê bi kêza pêşmerge ve girêdayiye. Ji bo wê yekê pêwîste ew hêz li ser bingeheke nû bête rêkxistin, çiqas ev hêz bi rêxistinî be, ewqas hêza me qurstir dibe û heta ew du hêz jî nebin yek, xelk dê li ser me bi guman be. Berî demekê li gel cenabê mam Celal jî me ev meseleye nîqaş kir û me biryar da ku divê yek hêza Kurdistanê hebe.
Eger xebat û têkoşîna pêşmerge nebûya ev rewş dirust nedibû, lê belê her qonaxekê pêdiviyeke xwe heye, wekî hizb qurbaniyeke zêde hate dayîn. Lê belê niha bi nefesa berê nabe kar bê kirin, ji ber ku divê hêzên me li yek hêz da bêne rêkxistin.
Şanaziya Partî, Yekîtî û hizbên din dirustkirina vê qewareyê ku niha heye ye, pêwîste em hemû alî vê qewareyê biparêzîn. Raste me heye, lê belê ji hemûyan giringtir yekxistina hêza Pêşmergeye. Ji ber ku hebûna yek hêz ji bo mayîna parlamento û hikûmeta garantiye.
Dibe ku gelek kesên nehez girê li ser têkçûna rewşa Kurdistanê bikin. Ez ji hemûyan re dibêjim eve xewneke û nabe rastî, nabe êdî xwîna kurd bi destê kurd bê rijtin. Gelek peyman ji mer e hatîne dan û garantiya cîbicîkirina van peymanan jî di yekxistina hêza pêşmerge de ye.
Niha pêgeha Kurd li derve bi hêze û meseleya me gihiştiye asteke gelek pêşketî. Di van rojan de, li ser vexwendineke fermî, dê serdana serokê Wîlayetê Yekgirtiyên Amerîka li Washingtonê kim.
Neteweyek eger xwedî îradeyeke bi hêz be helbet bi ser dikeve. Xwezî şerê navxwe rû nedaba, lê belê gelek netewe li van tecrûbeyên tehil derbasbûne û paşê girêdayî bûne û îbretê jê wergirtine. Em jî bi heman awayî û bi hêviya xwedê ew tecrûbeya tehil êdî dûbare nabe.
Îro wezareta pêşmerge berpirse ji hemû hêzên pêşmerge, kak Cefer wezîrê me hemûyane û wezareta pêşmerge jî wezareta hemû pêşmergeye. Ez bi hemû hêza xwe ve piştgîrîyê li vê pêngava wezareta pêşmerge dikim ku heta niha avêtiye û cenabê Mam Celal jî bi heman awayî piştgiriyê lê dike.
Hûn hemû pêşmerge û serbazên Kurdistanê ne, nabe di nav vê yekhêzê da hizbayetî bikin. Em divê wê sîstemê hilbijêrîn ya ku serkeftin bi dest xistiye.

Sebaret bi rewşa siyasiya Iraqê jî serok Barzanî got:

– Piştî hilbijartinên parlamentoya Îraqê nexşeya siyasiya Iraqê digûhere û ji bo demeke dirêj jî Iraqê pêwîstî bi hevpeymanî dibe û ji bo posta serok komariyê cenabê mam Celal jî namzetê me dibe.
Em divê bizanîn piştî hilbijartinê hevpeymaniyê li gel kî dikin û arasteyê vê hevpeymaniyê jî çawa dibe. Em berî wê hevpeymanî nakîn, lê belê piştî hilbijartinê hevpeymaniyeke bi hêz girê didîn, bi taybetî li gel ewên ku baweriya wan bi destûr û Iraqeke federal û demokrat û hevkariyeke rasteqîne de heye.

Her wiha li dawiya civînê serok Barzanî tehîd li ser wê yekê kir ku herdem divê wan şehîdan bi bîr bînîn ku canê xwe ji bo neteweya xwe gorî kirin û ev rojgar dirust kirin û heqe zarok û neviyên wan şehîdan herdem bi wê yekê serbilind bin ku şehîdên wan roleke berbiçav di dirûstkirina vê qewareya ku îro cihê şanaziya me hemûyane de hebûye

Back to top button