Di têkiliyên Kurdistan û Tirkiyeyê de rola medyayê
Stanbul – Platforma Medialogo ya tirkî li 16 vê mehê li Stenbolê bi amadebûna rojnamegerên herêma Kurdistan û Tirkiyeyê bi navê ” Di têkiliyên Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de Rola Medyayê” civînek li dar xist.
Piştî vê civînê ragihandinek hate belavkirin û di ragihandinê de tê gotin di civînê de zêdetir li ser xalên jêr hatiye rawestan:
– Hevdîtina medyakaran ji bo hevfahmkirinê gaveke pir girînge û divê bên domandin
– Tirsa Tirkiyeyê ya sed salî ya ji dabeşbûnê û tirsa Kurdistanê ya sed salî ya ji jinavçûna mîlletê xwe, tesîreke psîkolojîka negatîv li ser herdu aliyan kiriye.
– Medyakarên Kurdistanê cextî li ser bikaranîna navê Kurdistana Iraqê kirin ku di destûra Iraqê de bi cih bûye.
– Pêwîst e ji bo bidestxistina nûçeyên derbarê herêmê de hêsankarî ji bo medyakarên Tirkiyeyê bê kirin
– Medyakarên Kurdistana Iraqê piştgirî li rêlibervekirina arîşeya kurdî li Tirkiyeyê dikin û di medyaya xwe de cihekî fireh danêde.
– Di pêşveçûna têkiliyên herdu aliyan de rola medyayê girîng e.
– Karkirina medyayên herdu aliyan ji bo bihêzkirina aştî,giyanê birayetî,bihevrejiyan û redkirina şer û şîdet ji çi cihek û çi aliyekî ve be.
– Dupatî li ser girîngiya hebûna malperên taybet ji bo belavkirina nûçeyên bi tirkî û kurdî.
– Pêwîst e ji bo amadekirina projeyên aktîv ya medyayê, komîteyeke hevbeş ji aliyê herdu aliyan ve bê pêkanîn.
(PUK Media)