Polîtîk

Serok Barzanî bi nûnerên welatên biyanî re civiya

Duhî çarşemiyê 20.01.2010ê li Selahedînê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li gel nûnerên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê li konsolxaneyên giştî û fexrî, konsolys û berpirsên ofîsan civiya.

Di destpêka civînê de, Felah Mistefa berpirsê fermangeha pêwendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bo vê civînê sipasiya serok Barzanî kir û behsa girîngiya hebûna nûnerayetiyên 16 welatên biyanî kir.

Mistefa di axaftina xwe de balkişande ser wê yekê ku hinek welatên din jî amadehiya xwe nîşan daye ku konsolxane û nivîsîngehên xwe li herêma Kurdistanê vekin û wî, ev yek jî ji bo serkirdayetiya hekîmaneya serok Barzanî û hebûna aramiyê di her du warê siyasî û ewlehiyê de vegerand. Herwesa Felah Mistefa bi kurtî jî di der barê hewlên fermangeha pêwendiyên derve de, di berfirehkirina pêwendiyan û pêşkêşkirina hêsankariya ji bo van welatên ku dixwazin pêwendiyeke raste rast bi herêma Kurdistanê ve hebin, hinek zanyarî pêşkeşî serok Barzanî kirin. Mistefa dûpat jî kir ku ev hewlên fermangeha pêwendiyên derve li gor wan rênîşandanên serok Barzanî pêşkêşî kabîneya şeşem a hikûmeta herêma Kurdistanê kir bû ne.

Paşê serok Barzanî di peyvekê de bi xêrhatina hemû amadebûyan kir û pîrozbahiya sala nû li wan kir û hêviya saleke pir bi xweşî ji bo wan xwest û balkişand li ser wê yekê ku ewlehî û asayîş heta radeyeke baş li herêma Kurdistanê de hatiye çespandin û ew rewşa ku li herêma Kurdistanê jî heye dibe ku bibe derbasgehek ji bo hemû Iraqê.

Serok Barzanî got:

– Li Kurdistanê baweriya me bi demokrasiyê heye û hemû pêkhat jî bi awayeke baş bi azadî dijîn. Raste em li destpêka proseya demokratîkin, lê belê pêngaveke baş di vî warî da hatiye avêtin. Herêma Kurdistanê tu demek nebûye û nabe jî bibe beşek ji wan pirsgirêkên ku li Iraqê da hene. Ji ber ku herêma Kurdistanê herdem roleke serekî di çareserkirina wan pirsgirêkan de dîtiye. Em li gel Iraqeke Federal û Demokratin û baweriya me jî bi destûrê heye.

Sebaret bi hilbijartinên parlamentoya Iraqê jî, serok Barzanî hêvî xwest ku encam bi dilê hemû Iraqiyan bin û hêviya herêma Kurdistanê jî nîşan di warê dirustkirina pêwendiyeke baş a dostane li gel welatên biyanî û dewruber û di vî warî jî de amadehiya herêma Kurdistanê di pêşkêşkirina hemû hêsankarî û alîkariyek de nîşan da.

Paşê Olîver Shinakinbêrg konsolusê giştîyê Almanyayê bi navê nûnerên welatên amadebûyî, ji bo vê civînê, spasî serok Barzanî kir û got:

– Em hemû li ser wê yekê kokîn ku sala derbasbûyî ji bo herêma Kurdistanê di warê tevgerên bazirganî, avadanî, aramî û seqamgîriyê de saleke serkeftî bû, hilbijartinên roja 25.07.2009ê herêma Kurdistanê jî bi li gor hemû pîvanan hilbijartineke azad û bê pirsgirêk û serkeftî bû.

Herwesa konsolusê giştîyê Almanyayê behsa hilibjartinên parlamentoya Iraqê kir û got:

– Ew bûyerên berî çand rojan çêbûyîn em dilgiran kirine, ji ber vê yekê gelek baş dibe ku hemû aliyî beşdarîyê di hilbijartinan bikin û bi zûtirîn dem jî hikûmeteke xwedî bingeheke berfireh li Iraqê dabimezre.
Her wiha Serok barzanî jî li wê yekê dilniya kir ku her hemû li piştgîrî kirina proseya siyasiya Herêmê de berdewam dibin.

Li dawiya civînê her yek ji konsolusê giştiyê Britanyayê, nûnerê nivîsîngeha sefaretxaneya Amerîka li hewlêr û her wiha konsolusê giştiyê Fransa, yê Koriya Başûr, Swêd, Komara Îslamîya Îranê, konsolusê fexrîyê Danîmarkayê û nûnerê Neteweyên Yekgirtî hêviyên welatê xwe di pêşxistina pêwendiyên li gel herêma Kurdistanê de bi awayeke ku di berjewendiya her du aliyan de be dûpat kirin.

Back to top button