Helbestek ji Beşîr Mele
Deşta Xanî
Li ser singa te zevya deftera min
Gelek tîpê gul û genman min çandin
Çiqas kevrên xwşik ,şehkirî mermer
Ji gençîna Cizîrî xanî … min kişandin
Nizanim bexte yan nezanim ?
Vî baxê li hevketî bi cankim
Ji sorsork û çavbeloqan direvim
Bi kud diçim li ber min ew belane
Xeyala min du santîm û nîve !
Hema min Siyamed ji xecan re vedijandin
Hezar Bekî di sînga xwed xwedîdikim !
Bi vî gewdî ezê çilo Memî rehakim ?
Kengî Dicele wê biçe seyrana Cûdî ?
Ji tofanê ziwa û bê giyane
Bi tîpa a me destpêkir bi ahîn
Ku ba hatî gelek reng xwe guhartin
Tenê rengek delal û nazenîn ma
Heta hebî wê ev baxî vesaxbe
Jiyana gul li bêjnga Diloye
Kirasê genimî ji xwiralan rakir
Ji wî vexwe pênûsa min bimeste
Xwe tazîke û di feratan binavbe
Ximava te ji kulşlka deşta xemgîn
Li bejna vê şehîda vînê avde
Li vir bighêne hev gul û bilbil
Piştî jananan, deşta Xanî veşabe.
3/4/1999
Beşîrê Mele