Ez ê yekî bikujim di karakterên sê kesayetiyên cihê de li ser dema nû tê rawestandin. Di dema nû de behsa mirovên jibîrbûyî, psîkolojiya wan, hêvî û armancên wan û behsa êş û xemgîniyên wan tê kirin. Ji aliyê din ve hin sebeb çawa dikarin bibin encamên trajedîk, mirovên ku demekê bi îdealên mezin radibin çawa dikarin têkevin gerînekên melankolîk û tesadufên jiyanê mirov bi çi re rûbirû dike, bûye mijara romanê. Gelo wê kî, kê, ji bo çi bikuje? Ma qatil jî qurbanek e?
Ji berga dawî:
Cewerî bi metodeke sînemayî ji me re çîroka sê mirovên ku nayên zevtê, bi zimanekî sade, bi tesîr û bi hosteyî vedibêje.
Abidin Parıltı (Radikal Kitap)
Firat Cewerî bi vegotina xwe ya sade û bi tevna xwe ya tekûz balê dikişîne û gava çîroka mirovên bêçare û bênasnavîtiya gelekî vedibêje bi tu awayî propogandayê nake. Romana Ez ê yekî bikujim yek ji romanên herî xweş e ku min ji mêj ve nexwendibû.
Sibel Oral (Rojnameya Tarafê)
Min ”Ez ê yekî bikujim” di hilmekê de xwend. Hem çîrok xwedan cezîbeyeka miqnatîsî û bi heyecan bû, him jî zimanê wê sade û rewan bû, wek keleka li ser ava rewan meriv pêve diçû…
Mûrad Ciwan (Netkurd)
Çîrok bi hosteyiyeke hunermendane di nav derfet û encamên xwe de diherike û bi fînaleke gelek zarîf bi dawî dibe.
Ali Fikri Işık (Netkurd)
Firat Cewerî ku yek ji temsîlkarên edebiyata kurdî ya modern e bi çavê mirovekî ku panzdeh salan di hepsê de maye rexneyeke civakî ya tov dike.
Ayşe Çavdar (Yeni Aktüel)
Firat Cewerî
Ez ê yekî bikujim, 192 rûpel
Weşanên Nûdemê
Kitêbên Nûdemê bi riya şîrketa belavkirinê Alfayê tên belavkirin û li ba piraniya kitêbfiroşên Tirkiyê peyda dibin.