Nivîsar

Bile ev zarok bi tenê nemînin

Erdhêja li herêma  Wanê çêbûyî cardin dilê miletê kurd şewitand û birînek civakî ku bi salan neyê kewandin di civatê de peyda kir. Erdhêj  eşa ku peyda dike bi salan winda nabe.

Sala 1976-ê, li devera Wanê li navçeya Çaldiran û Muradiye erdhejek bi hêz rûdabû. Roja  24.11.1976-ê erdhejek bi hêza wê 7.5 çêbû. Li gora daxuyaniyên fermî 3840 kesî jiyana xwe ji dest da. Lê rastiya miriyên deprema Çaldiranê gelektir bûn kêmasî 5.000 kesî jiyana xwe ji dest dabû.

Di wê demê de mecala alîkariyê tunebû. Hukumeta wî demî tu hewl neda ku arîkariya xelkê herêmê bike. Lê bi sedan xwendevanên kurd ji Enqere û Stanbulê ji dev zanîngehan berdan berê xwe dan Çaldiran û Muradiya da ku arîkariya xelkê xwe bikin. Rêxistinên kurd bi hemi awayî hewla arikariyê kirin.
Ez jî bi nave şeredariya Enqere ya ku Vedat Dalokay serokê wê bû, li gel arikariyek mezin çûm Muradiye. Em li gunda digeran me alikariya xelkê dikira. Dinya sar bû gelek caran şêv pêla sermayê digiha -25. Ji bo  ku em xwe bigihînin gundan diviya sibê hêj erd qerisî bikevin rê. Ji ber ku rêyên ginda hemû ax bûn û şilahiyê de dibûye herî.

Ez mehekî mam herêmê. Me li sernavê şeredariya Enqere li Muradiyê xaniyên demî avakirin. Me li gora imkanên xwe arikarî didahev û belav dikira. Di gelek cihan de leşker ji bo alîkariya me dibûna astenk, lê tiştekî nikariya me bisekinîne.

Gelek caran zarok sax ji bin xaniyan derdiketin. Lê min dît dema ku ew zarok ji serma an jî ji birçiya lir destê mirov jiyana xwe ji dest didan. Gelek caran zarokek ku dijiya ji bin kavlê xaniyan derdiketa. Mirov dikenî bi keyf bû lê hej ku ew zarok me negihandî binê çadirekî li ser destê me jiyana xwe ji dest dida. Ew dem ew bêhn qet bi tu awayî nayê terîf kirin.

Îro piştî 35 sala cardin li vê herêmê erdhêj çêbû. Cîhan di van 35 salan de gelek hate guhertin, teknîk pêşve çûye ji bo arîkariyê tiştên din ji bilî destê insana hene. Lê êş û xem nayê guhertin. Dema mirov dîmenên erdhêjê dibîne hejî termen zarokên sala 1976-ê li destê me de jiyana xwe ji dest dayîn tê berçavê mirov.

Êşa erdhejê dikevê kûrahiya jiyana insanan de û tê weşartin, êşek bê denge.. Lê her rayek di laşê mirov de dijenê li gel vê êşê ye.
Rastiyek din jî ya erdhejê  heye. Mirov dibîne ku avahiyek 6-7 tebeq hatiye xwar maye erdê ve. Lê li tenişta wê avahiyê avahiyên din li ser xwene û derzik jî neketiyê.

Ev gelek vekirî ihmala şeredariyên ku izna avahiya dide û wan baş kontrol nakê ye. Ev gunehê wan mitahidên diziyê ji hêsin û çîmentoyê dikin e. Divê di vê erdhejê de ew kesên bûyîn sedemê mirina zêde, ew ihmala , şeredariya û kesên xaniyan avadikin jî bête nirxandin û ew bêne darizandin.
Ew destê biratiyê ku ji Başûrê Kurdistanê dirêjî Wanê bûyî, ew arîkariya ku serokê Kurdistanê ji bo qurbaniyên Wanê kirî biçek bê jî dilê mirov rihet dike. Mirov hedî dîwarekî ku bikaribe pişta xwe bidiyê dibîne.

27.10.2011
Dara Bilek

Back to top button