Civak

Çandinî girîng e û divê bi baştirîn şêwe sûd jê bê wergirtin

Di civînê de ku Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî û hejmarek ji wezîrên pêwendîdar beşdar bûn, guftûgo derbarê girîngîdana bi karta çandiniyê , plan û projeyên hikûmetê di warê geşepêdana çandiniyê de hatin kirin.

Wezîrê Çandiniyê û Jêderên Avê Pêgerd Talebanî raporteke hûr derbarê plan û stratejiya wezaretê ji bo girîngîdana bi çandiniyê pêşkêş kirin, bi taybet projeya bazarkirina genimê Kurdistanê bi hevkariya karta taybet û herwiha çareserkirina pirsgirêka zêdegaviya li ser zeviyên çandiniyê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi girîngiya karta çandiniyê li Herêma Kurdistanê kir, ku dikare bibe kareteke cîgir û bi baştirîn şêwe sûde jê bê wergirtin, wek jêdereke girîng a dahatê, bi riyê parastina berhemên xwemalî û piştevanîkirina li cotkarên Herêma Kurdistanê û dabînkirina bazarên guncaw li navxwe û li derveyî Herêmê ji berhemên wan re.

Borda bilind a Girîngîdana bi Karta Çandiniyê li Herêma Kurdistanê roja 19ê Gulana 2020an hat damezirandin û Serokê Hikûmetê Serokê Bordeyê ye û Cîgirê Serokê Hikûmetê û wezîrên Darayî û Abûriyê, Çandiniyê û Jêderên Avê, Bazirganî û Pîşesazî, Pilandanan, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran û Serokê Desteya Webirhênanê endamên bordê ne.

Back to top button