3 melayên Kurdistanê pêketiyê Korona bûn

Heta niha sê mamostayên olî li Herêma Kurdistanê pêketiyê Korona bûne û yek ji wan mamostayan jî canê xwe ji destdaye.
Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê eşkere kir ku heta niha li Kurdistanê sê mamostayên olî pêketiyê Korona bûne, yek ji wan mamostayan jî bi navê Mela Reşîd Abdurehman Kanî Gulî) pêşnimêjê xaneqaya(tekkiye) Mehwî ya li bajarê Silêmaniyê ji ber wê sedemê roja 04.03.2020 canê xwe ji destda.
Li nava meha gulana derbasbûyî Mamosta Mela Ehmed Elî Wahîd pêşnimêj û gotarxwênê mizgefta Hacî Selîmî Qamîşî li taxa Kurdsat ya bajarê Silêmaniyê pêketiyê Korona bû. Niha tendirustiya wî başe û ber bi başbûnê ve diçê. Li vî derbarî de Mamosta Mela Eta Pênciwênî Cîgirê Berpirsê Leqa Silêmanî ya Yekîtiya Zanayan ragihandiye: “Mamosta Mela Ehmed li nexweşxaneyê derketiye û rewşa tendirustiya wî başe û berdewam li ser xet bûyîn, dema çareseriyê li nexweşxaneya Şehîd Elî Walî Beg li Silêmaniyê werdigirt, spas ji bo xwedê tendirustiya wî başe û şandine malê”.