Jibo dersên hilbijartî yê Zimanê Kurdî HezKurdê li Şirnexê dest kampanya xwe ya belav kirina agahdariyan kir.Li Li gel xelkê axivîn û agahdarî dan wan, herweha li gel xwendevanan hevdîtin kirin û giringiya fêrbûna zimanê Kurdî di dibistanê de ji wan re gotin.Xelkê jî gelek bi germî pêşwaziya vê helwesta çalakvanên zimanê Kurdî kir.
Hinek ji .alakvana dan xûyakirin ku, haya gellek kesan jî ji wan mafan tune ye. Çalakvanekê HezKurdê di derbarê çalakiyê de dibêje: Mixabin gelek kes agahaiya wan ji vî mafî tuneye, dema me ji wanre behs kir keyfxweş bûn û spasiya me kirin.
Mafê dersên hilbijartî ev çend salin heye lê hat dîtin ku partîyên sîyasî, rêxistin û sazî yên kurdan di vî warî de , di dema xwe de bangî xelkê nekirine agahdarî nedane.
Li gora çalakvan didin xûyakirin hinek malbatan gotiye; em ditirsin!Heya niha mafê ziman hatîye polîtîze kirin û piştra hatîye terorîze kirin. Emê zimanê xwe ji siyasetê dûr û rêyên rast azad bikin. Heya em serbikevin xebatên me wê berdewam be.