Exlaq û siyaset
Nûrî Çelîk
Exlaq hevîrtirşê insên û civakê ye. Insan û civakên ku bi hevîrtirşê exlêq mezin û perwerde bûbin, di her kar û barên xwe de xwedî edeb û xwedî prensîp in. Insanên xwedî exlaq li gor pîvanên exlêq tev digerin û xwe dûrî liv û kiryarên bêexlaqî digrin. Insanên ku xwedîyê exlaqê pakij in dûrî derew, dizî, gendelî, durûtî, bêbextî û her tiştên ku ziyanê didin civakê ne. Herweha di siyasetê de jî xwedî exlaq in, xwedî prensîp in û siyasetek ku ziyanê bide doza millet û welatê wî nameşînin. Xwedî hest û helwestên erênî û çêker in.
Di civakên bindest û paşdemayî de exlaq û bêexlaqî bandorek mezin li pêşketin û paşketina wê civakê de dike. Bi taybet rêvebir û siyasetmedarên wê civakê bi exlaq û bêexlaqîya xwe di rabûn û têkçûna wê civakê de rolek sereke dilîzin. Siyasetek bi exlaq, helwest û prensîp xalek ji xalên serketinê ye û heyf û mixabin e ku ev yek ne bi piranîya civaka me re û ne jî bi rêvebir û siyasetmedarên me re heye. Têkçûna civaka me, tarûmarbûna rêxistin û dem û dezgehên me, ji ber tunebûna siyasetek bi exlaq, siyasetek bi hest û helwest û siyasetek bi prensîp e. Ev yek li her çar parçeyên Kurdistanê, di nav partî û dem û dezgehên her parçeyî de pirsgirêkek bi serê xwe ye.
Tunebûna exlaqê pak û resen bi xwe re her bêexlaqîyê tîne. Oportonîzm, durûtî, derew, bêbextî, dizî û gendelî, potînalêsî û gelek helwest û kiryarên qirêj encama tunebûna exlaqê pakij û berhemên bêexlaqîyê ne. Ev yek bi taybet di siyasetê de xwe dide dest û xwe eşkere dike. Kes yan siyasetmedarên bê exlaq her tiştên xirab jê tên û ev xirabî kesayetîya wî dagîr dike. Dagîrkirina kesayetîyê jî dibe sinc û karakterek xirab û ji laş û bedenê dernakeve, dibe nexweşîyek bê derman. Û mixabin ev nexweşîya bê derman jî bi salan e kesayetîya piranîya siyasetmedarên me dagîr û hêsîr kiriye. Tarûmarbûna me, jihevdeketina me, têkçûna me û bi giştî rewşa me ya îro encam û nîşanên vê yekê ne.
Me çend carên din jî li ser rewşa Kurdên Diasporayê, li ser DIAKURD û REVENDê nivîsand. Rewşa van herdu dezgehan bi xwe jî nîşanek ji nîşanên tunebûna exlaqê siyasî ye. Belkî ev gotinên min li hinekan zor bê, lê rastî tehl e, em bêgav in rastîyên xwe bêjin û tehlîyan daqurtînin. Siyaseta bi îcazet û wesayet parçeyek ji siyaseta bê exlaq e û bi dehê salan e ku vê siyasetê em ji hev tar û mar kirine û di pêşîya xustbûn, yekîtî û pêşketina me de bûye astengek sereke.
Pirsgirêk û kêmasîya Kurdên Diasporayê ne komele, federasyon û konfederasyon in. Ji xwe ev dem û dezgeh li gelek welatan hene û bi îcazet û wesayeta partîyan kêm zêde karê xwe dikin. Ango, ne dem û dezgehên serbixwe ne, dem û dezgehên partîyan e û bi îcazet û wesayeta wan partîyan, ji bo berjewendîya wan dixebitin. Pirsgirêk ne tunebûna komele, federasyon yan konfederasyonên bi îcazet û wesayet in. Pirsgirêk û kêmasî tunebûna dem û dezgehên serbixwe ne, dem û dezgehên Kurd û Kurdistanî ne. Komele, federasyon û konfederasyonên heyî yan alîgirên partîyekê ne, yan jî endam û rêvebirên ku alîgirên partîyekê ne dixwazin wan dem û dezgehan têxin bin bandora rêxistin û partîya xwe. Yanî, piranîya van dem û dezgehan di hewldana propaganda rêxistin û partîya xwe de ne. Armanca yekem pêşketin û serdestîya rêxistin û partîya wan, armanca duyem Kurd û Kurdistan e. Ji ber vê yekê jî, di kar û barên lobî, dîplomasî û qezenckirina dostên biyanî de bi ser nakevin, Kurdan di qada navnetewî de nikarin zêde bidin qebûlkirin.
Me di nivîsên din de jî anî ser zimên. Heger Kurdên ku li derveyî sînorên Kurdistanê ne nekevin nav kategorîya Kurdên Diasporayê, ji serî de mesele dixitime. Kurdên li Enqerê, Şamê, Bexda û
Tehranê jî Kurdên Dîasporayê ne. Heger ji ber berjewendî û têkilîyên bi dagîrkeran re hûn înkara Kurdên li wan paytextan bikin û wan nebînin, wê gavê divê hûn behsa Kurdên Dîasporayê nekin. Înkar û nedîtina Kurdên li paytext û bajarên dagîrkerên Kurdistanê durûtî ye, oportonîzm e, potînalêsî û dûrî siyaseta Kurdistanî ye. Helwestek dûrî exlaqê siyasî ye.
Bi kurt û Kurmancî; ji Kurdên Dîasporayê re tenê tiştek girîng û pêwist e. Dezgehek xurt û serbixwe. Dezgehek Kurd û Kurdistanî. Dezgehek di ser rêxistin û partîyan re. Dezgehek bi rêveberî û serokatîya Kurdên akademîsyen, rewşenbîr, zimanzan, dîplomat, Kurdên zanyar û wekî din. Dezgehek ku armanca wê tenê lobî, dîplomasî û qezenckirina dostan be.