PolîtîkRojev

Demirtaş bersiva Erdogan da, lê..!

Selahattin Demirtaş li Edirne bersiva gotinên Erdogan da.

Heftiya burî Serokkomarê Tirkiye û serokê AKPê Tayib Erdogan di gruba partiya xwe de axavtine kirîbû. Erdogan axavtina xwe de gotibû: … Yê li Edirne (behsa Demirtaş dike) ,dê hesabê herî mezin bide yê li Îmralî yê(Behsa Ocalan dike). Herkes welê dizanê ku rewşa wan gelek baş e. Lê di nava wan de jî nakokiyên mezin hene. Wê vê muhasebe bi hevre bikin.

Demirtaş di medya civakî de bersiva Erdogan da û Twittera xwe dibêje:Siyasetmedar hesab didin gel, partiya xwe, parlemantoyê û dadweriya serbixwe. Tu ji bo min netirse, hesabê ku tu bidî bifikire.

Ev bersiva Demîrtaş di bingehê xwe de red kirina Abdullah Ocaln û bandora Ocalan ya li ser PKKê bi xwe ye. Bû guman ev bersiv bi gelek awayan mirov dikare binirxîne. Lê îdiaya ku di nava civakê de tê gotubûj kirin jî rastiyekî di nava xwe de diparê ze. Ji ber ku ne Demirtaş û ne jî kesek di nava PKKê de heta wek îro vekirî nikarin Ocalan rexne bikin û serokatiya wî red bikin.

Her çikas di pratîkê de guh nadin Ocaaln jî, lê ji tirsekî rojane ji bo “ azadi“ya Ocalan çalakiya dikin. Di hemû axavtinên xwe de pesnê serokatiya Ocalan didin û wî wek “ rêberê“ gelê Kurd bi nav dikin. Lê ji aliyek din ve tê zanîn ku beşek girîng ji bingehê PKKê girêdayî Ocalanin û heta wek vê gavê jî piraniya wan xwe bi APOcî bi nav dikin.

Ji aliyek din Demirtaş di bingehê xwe de ne bersiva Erdogan , bersiva Ocalan bi xwe dide. Lê gelo dê bikaribe li ser vê helwesta xwe bisekine yan na? pirsa Herî girîng ev e. Ji ber ku dema pêşerojê de Demirtaş hewlbide bêje mebesta min ne Îmrali bû, hinge rexneyek din li helwesta Demirtaş û kesayeta wî tê kirin.

Di siyaseta li ser berjewendiyên kesayetî hatî avakirin de hre tişt gelek zû zelal dibe. Lê ya girîng ne zelalbûn tenê ye, ya girîng helweta APOciya ye!

Back to top button