Civak

Jina bawername wergirtin

Komeleya Nûbihar a şaxa Batmanê, bi minasebeta dawîbûna kursên zimanê Kurdî yên dema Havîn û Payîzê bawername dan xwendevanên xwe.

Di vê derbarê de êaxa Nûbihar a Batmanê daxûyaniyek ragihand û dibêje: Li Şaxa me ya Batmanê Bawername hatin dayîn.Di serdema kursên me yên havîn û payîzê da jinên ku asta yekem û duyem bi zaravayê Kurmancî li ser online kurs dîtibûn û yên ku di van astan da serkeftî bûbûn li şaxa me ya Batmanê li hev civiyan û bawernameyên xwe ji Mamoste Heyat stendin. Ji kursîyerên jinan Asta Yekem 14 jin û ji Asta Duyem jî 8 jin Bawernameyên xwe yên Asta Yekem û Duyem stendin.Yên ku serlêdana kursan kiribûn tevahî 56 kes bûn.

Serkeftina jina di warê fêrbûna zimanê Kurdis de , bi şîrînayî yê hate pîrozkirin.

Back to top button