Kultur

Çakar:  Nirx, çand, ziman û hunera me xeta min a sor e

Serokê Giştî yê CHP Ozgur Ozel li bajarê Kadikoya Stenbolê beşdarî konsera “Şeveke Opera” ya sopranoya navdar a Kurd Pervîn Çakar û piyanîst Paolo Villa bû. Parlamentera HEDEP ya Wanê Pervîn Buldan û Serokê Giştî yê CHP yê Stenbolê Ozgur Çelîk jî beşdarî şevê bûn. Piştî ku Ozel beşdarî konserê bû û di dawiya şevê de bi çokan pîrozbahî li Çakar kir, hin bikarhênerên medya civakî hem Özel hem jî Çakar kirin hedef.

“Mafê min e ku ez bi zimanê xwe yê zikmakî bistrêm”

Çakar bertekên li ser hesabê xwe yê medya civakî bi gotinên, “Ez nafikirim ji bo ku ez bi zimanê xwe yê zikmakî bistirêm destûrê ji kesî bixwazim” bersivand.

Çakar a ku ji ber nasnameya xwe ya kurd hedef hat girtin, axavtina xwe wilo domand:

“Hezkiriyên min ên ezîz. Şeva borî em li Operaya Sureyya bûn şahidê şevek xweş. Min berhemên muzîka odeyê, operet û aryayên operayê yên bestekarên wek Ravel, Delibes, Lehar, Bellini, Strauß, Massenet, Brahms û Dvorak pêşkêş kirin. Şano, di atmosferek xweş de ji bilî berhemên bi zimanên Almanî, Çekî, Îtalî û Fransî, min berhemên bi zimanê xwe yê zikmakî, Kurdî jî, ji temaşevanên xwe re pêşkêş kirin. Li gor min mafê min ê herî mezin e ku bi zimanê xwe yê zikmakî bistirêm. Ez nafikirim ji bo vê yekê destûrê ji kesî bixwazim.Herweha gelek rêveberên siyasî û şaredar hatin konsera min û guhdariya min kirin, parlementer, nivîskar, rewşenbîr jî beşdar bûn. Rêveberên siyasî jî hebûn ku li ser sehnê pîrozbahî li min nekiribûn. Heta niha ji gelek nêrînên cuda siyasetmedar beşdarî konserên min bûne, ev jî nîşaneya herî mezin e ku ew qîmetê didin hunera min. Qral Charles û Camilla jî hatin cem me. Wekî din, Serokkomarê Îrlandayê carek din hat Lismore ji bo temaşekirina performansa min a operayê. Serokkomarê berê yê Iraqê jî konsera min ji nêz ve şopand. Ez ji vê xwezayîtir tiştekî nabînim. Tevî tiştên ku ji doh ve hatine nivîsandin û xêzkirin jî ezê hunera xwe bidomînim û derxim gelek qonaxan. Hunermend di heman demê de qasidê aştiyê û hilgirên herî mezin ên başî û çandê ne. Hunera ku ez çêdikim di ser siyasetê re ye. Nirx, çand, ziman, hunera me ji bo min û ji bo Kurdan xeta sor e. Deriyê me ji her kesî re û ji her fikrê re vekirî ye. Ez tercîh dikim ku bi hunera xwe bersiva gotinên nijadperest û heqaretê bidim. Ji ber ku her tişt demkî ye, lê huner her tim mayînde ye”.

Balkêş e ?
Close
Back to top button