Civak

ÎHD: Li Herêma Kurdistanê herî kêm 191 zarok hatin binçavkirin

Komela Mafê Mirovan (ÎHD) rapora “Binpêkirina Mafên Zarokan a Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (Bakurê Kurdistanê) a 2022-2023” eşkere kir.

Li gor raporê, herî kêm 191 zarok li bajarên Kurdan hatine binçavkirin û 19 zarok jî bi guman mirine.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi wesîleya 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê rapora “Binpêkirina Mafên Zarokan a Herêma Bakurê Kurdistanê (2022-2023)” li avahiya şaxê eşkere kir.

Rêvebera ÎHD Jiyan Ormanli di daxuyaniyê de bal kişand ser binpêkirinên zarokan. Ormanli, diyar kir ku armanca bingehîn a Peymana Mafên Zarokan ew e, zarokên ku herî zêde xizanên civakê ne û pêwîstiya wan bi paraztinê heye, ji şer, xizaniya aborî, nexweşî û rewşên bi vî rengî biparêze.

Ormanli diyar kir ku aqûbeta gelek zarokên ku di 6ê Sibatê de li Mereşê ji ber erdheja ku pêk hat malbatên xwe winda kirine hêj ne diyar e.

Ormanli binpêkirinên ku di sala dawî de li zarokan hatine kirin wiha rêz kir: “Di encama înfazên bê edaletî yên li bajarên herêmê ji aliyê hêzên hiqûqê ve 3 zarok mirin.

Di encama xeletiya fermî/îhmalkarî de 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 254 zarok jî bi awayên cuda birîndar bûn. Di encama teqîna teqemeniyên ku di mayîn û herêmên pevçûnan de mane 3 zarok bi giranî birîndar bûn.

Li bajarên herêmê 19 zarokan bi guman jiyana xwe ji dest dan. Bajarên ku herî zêde bi gumana mirina zarokan lê rû didin Riha, Mêrdîn û Şirnex in. 10 zarokan li bajarên herêmê întîhar kirin û jiyana xwe ji dest dan. 4 zarokan hewla întîharê dan. Xwekuştina zarokan herî zêde li Şirnex û Mêrdînê pêk hatin. Li girtîgehê zarokekî întîxar kir.

Di encama tundiya nav malê de herî kêm 4 zarok mirin û 1 zarok jî birîndar bû. Herî kêm 2 zarok di nava malbatê de rastî îstîsmara zayendî hatin. Di encama tundiya qadên civakî de herî kêm 8 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 13 zarok jî birîndar bûn.

Dîsa herî kêm 279 zarok li ber çavan rastî îstîsmara zayendî û destdirêjiyê hatin. 4 zarok hatin revandin û binçavkirin, 3 zarok bi zorê xistin nav fuhûşê. Di encama binpêkirinên li dijî azadî û ewlehiya zarokan de;

Herî kêm 191 zarok hatin binçavkirin, 3 zarok hatin girtin. Herî kêm 19 zarok, 2 jê girtî, 1 li girtîgehan û 16 li derveyê girtîgehê rastî êşkence û têkiliyên xerab hatin”.

Back to top button