Civak

Li Rihayê di 10 mehan de 957 zarok rastî îstîsmarê hatin

Baroya Rihayê ragihand ku di 10 mehên dawî de 957 zarok rastî îstîsmara zayendî hatine. Sekretera Baroya Rihayê Melîke Neşetbeyoglû diyar kir ku kiryar ‘nas’ û ferdên malbatê ne û got ku bêcezakirin îstîsmarê zêde dike.

Baroya Rihayê ragihand ku wan di 10 mehên îsal de ji bo 957 zarokan, ji ber sûcê ‘îstîsmara zayendî ya li ser zarokan’ 545 û ji sûcê ‘bi zarokekî re têkiliya zayendî’ ji 412 zarokan re parêzer wezîfedar kirine.

Sekretera Giştî ya Baroya Rihayê Melîke Neşetbeyoglû got: “Kesên ku sûcê îstîsmara zayendî li zarokan dikin, bi giştî nas û endamên malbatê ne. Sedema zêdebûnê jî bêcezabûn û bê edaleta tam e”.

Îro 20 Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ye. Lê binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî zarokan her ku diçe zêde dibin.

Li gor daneyên ku Baroya Rihayê ragihandiye, 173 zarokên ku di navbera 1ê Çile û 31ê Cotmeha îsal de rastî îstîsmara zayendî hatine, temenê wan di navbera 0-12, 168 jî di navbera 12-15 û 204 salî, yên mayî jî di navbera 15-18 salî de ne. Ji zarokên mexdûr 445 keç û 100 jî kur in.

Ji ber sûcê ‘têkiliya zayendî ya bi biçûkan re’ ji bo 7 zarokên di navbera 12-15 salî û 405 zarokên 15-18 salî de parêzer hat tayînkirin. Ji van randevûyan 12 ji bo kur û yên mayî jî ji bo keçan hatine kirin.

Back to top button