Civak

Bûyereka trafîkê de 4 kesî jiyana xwe ji dest daû 13 birîndarin

Di trafîkê de li navçeya Çınar a Dîyarbekirê çar kes mirin û 13 kes birîndar bûn.

Li gundewariya navçeya Çînarê bûyerek a trafîkê de 5 wesite li hev qulibîn.

Li gorî raportên destpêkê, di qezayê de sê kes mirin û 14 kes birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansê ji bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhastin.

Parêzgariya Dîyarbekirê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku rewşa du ji birîndaran giran e. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Li gorî raporên destpêkê, di qezaya trafîkê ya zincîrî ya pênc wesayîtan de ku îro li ser rêya Amed-Batmanê lnêzikî navçeya Çinarê qewimî, sê welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn. Du ji birîndaran rewşa wan giran bû, pênc ji wan di rewşa navîn de bûn û heft jî di rewşa sivik de bûn. Piştî agahdarkirina qezayê, tîmên 112 Acil a Tenduristiyê, Agirkujiyê, Polîs, AFAD û Cendermeyan bi lez û bez şandin cihê bûyerê. Welatiyên birîndar bi ambulansê ji bo nexweşxaneyên nêzîk hatin veguhastin, li wir têne dermankirin. Em ji Xwedê rehmetê li ser miriyan dixwazin, sersaxî û sebirê ji malbatên wan re dixwazin û ji birîndaran re başbûnek bilez dixwazin.”

Hejmara miriyan gihîşt 4 kesan

Yek ji birîndarên giran birîndar tevî mudaxeleya nexweşxaneyê nehat rizgarkirin. Bi vê yekê hejmara miriyan gihîşt çar kesan.

Back to top button