Civak

Bûka Besê dibe rikeberê Cindy û Barbie Baby

Li Bajarê Semsur (Adiyaman) a bakurê Kurdistanê çalakvaneke jin bûkên bi cil û bergên Kurdî yên bi navê ‘Bûkên Besê’ çêdike û van bûkan ji bo firotinê dişîne Fransa, Amerîka, Almanya û Japonyayê.

Karsaza Kurd Zahide Durmaz, Bûka Besê wekî cilûbergê dapîra xwe amade kiriye û wan bi têlên texte û boyaxa qurm û qumaşên hevrişim ve çêdike. Durmaz diyar kiriye ku ev bûk bi temamî keda destan ve tê çêkirin û ev 17 salin ku hem li welat û hem jî li derveyî welat têne firotin.

Durmaz behsa destpêkirina karên çêkirina Bûka Besê kir û got ku projeya xwe ya bi navê “Bûka Besê mezin dibe” pêşkeşî Ajansa Pêşketin a Rêya Hevrişim kir û ev projeya wê hatiye qebûlkirin. Bi vî awayî makîne û alavên xwe nû kir û dest bi xebatên xwe kir.

Dûrmaz diyar kir ku cil û bergên bûkê yên Kurdî û li li gor bajarê Semsûrê ye û her sal li derveyî welat zêdetir tê firotin û wiha axivî: “Di çêkirina bûkan de 50 jin dixebitin. Baweriya jinên me bi wan heye. Bila huner û wêrekiya xwe bikar bînin û karsaziyê bikin.”

Her wiha Durmaz daye zanîn ku ew hewl didin xebatên xwe pêşve bibin û paşarojê de bibin Bûka Besê bibe rikeberê Barbie û Sindy baby.

Back to top button