Nefta Eruh bi nexşeya Sultan Abdulhamid dîtine

Ahmet Aydin Parezgerê Sêrtê di derbarê nefta ku li gundê Sedex a bajaroka Dihê(Eruh) hatiye dîtin hinek zanyarî pêşkêşî ragihandinê kir.

Aydin got: Ew nefta ku li gundê Sedex a bajaroka Dihê(Eruh) hatiye dîtin, bi rêya nexşeya Sultan Abdulhamid ku berî sed salan amadekiribû û bi navê 12. Herêm hatibû binavkirin, ew nefta Sêrtê hatiye dîtin. Her wiha xebatên wan yê li ser neftê bi lezgînî didome û heyva Gulanê de bîra dûyem jî dê bête vekirin. Heta niha ew nefta ku rojane 70 bermîl nefta xav tê derxistin dişînin Batmanê.

Her wiha Parêzgerê Sêrtê got: Em baş dizanin ku berî 35-40 salan jî gelek şîrketên Britanî û Amerikî li Herêma me de lêkolînên berfireh kirine. Her wiha encama van lêkolînan de li bajaroka Xesxêr (Perwarî) jî neft hatiye dîtin lê belê ji ber hinek sedemên bûyerên siyasî destkarî li wan bîrên neftê nehatiye kirin.

Di derbarê vê nexşeyê de li dîroka 11/09/2012 nûçeyeke bi vî awayî jî li malpera me hatibû belav kirin.

112 sal berê nexşeya nefta Kurdistanê
https://rojevakurd.com/civak/11138-112-sal-ber-nexeya-nefta-Kurdistan.html

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: