Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 15.01.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Jon Wilks balyozê Brîtanyayê li Îraqê û Martin War konsulê giştiyê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê û şandeya bi wan re kir.Pêşhatên siyasî, danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê û bi taybetî danûstanidnên vê dawiyê di navebra şandeya Herêma Kurdistan û şandeya hikûmeta Îraqa Federal, di civînê de hatin behis kirin û tekîd li ser pêwîstiya berdewamiya diyaloga Hewlêr û Bexdayê li ser astên cuda ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan û avêtina gavan ber bi afirandina atmosferekî minasib ji bona danûstandin li ser tev pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê dest pê bikin.Balyozê Brîtanyayê got ku ew dê bi cidî lêbixebitin hemû arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bibin  û niha atmosferekî minasib ji bo çareserkirina pirsgirêkan heye.Şandeya mêvan careke din Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Brîtanyayê vexwaand ku di demek nêzîk de serdana wî welatî bike.Rewşa herêmî, rewşa herêma Kurdistan, hilbijartinên Îraq û yên Herêma Kurdistanê çend mijarên din yên civînê bûn. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: