Civak
Brîtanya ciwaneke Kurd xelat kir
Ciwaneke Kurdê nîştecihê Brîtanya ku şeş kesan ji rûdaneke hatin û çûnê da rizgar kir, xelata (Şanaziya Bermingham) pêşkêşî ew kirin.
Meha temmûza sala derbasbûyî û rûdaneke hatin û çûnê li Brîtanya rûda. Ciwaneke Kurdê nîştecihê wî welatî karî jiyana şeş kesan ji wê rûdanê rizgar bike, Parlemen û polîsê Brîtanya spasnameyeke taybetî ji bo wî şandin û xelata şanaziya Bermîngham jî wergirt.
Akam Elî temen 36 saliye û xelkê Ranye ye û 19 sale li Brîtanya dijî.