Polîtîk

Serok Barzanî sersaxiyê li Dîlawer Ajgayî û malbata Celîl Gadanî kir

Serok Barzanî sersaxiyê li Dilawer Ajgeyî kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Kak Dilawer Ajgeyî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrûpa

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya birayê we yê mezin, Silêman Xalîd Ajgeyî gihîşt me.

Serxweşiyê li we yên birêz û tevahiya malbata we ya têkoşer û xizm û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê Kak Silêman bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
06.08.2020

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî Celîl Gadanî

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata birêz Kak Celîl Gadanî

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya têkoşer û niştimanperwerê navdar û rewşenbîrê Kurdistanê, xwedê jêrazî Celîl Gadanî gihîşt me.

Sersaxî û serxweşiya xwe bi malbata we ya têkoşer û hevalên Kak Celîl û hemû xizm û kesukarên we radigihînim û beşdarê xema we me.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê pakê Kak Celîl bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
06.08.2020

Back to top button