Li Kurdistanê dema çinîna Gulberojane

Niha li Kurdistanê dema çinîna gulênberoja ye û berê li tixûbê devera Ranye zêdetirê 20 hezar donim zeviyên guleberojane hebû, lê belê niha rêjeya çandinê gelek kêmbûye û nêzîkî 2.000 donim zevî dibin gulberoj.
Sedema kêmbûna wê jî ewe ku ji derveyê welat gulberoj tê û Birêveberê Çandina Ranye jî eşkere dike ku salane li du demên cûda de li Ranye gulberoj tê berhemanîn, carek li meha adarê de tê çandin û li meha temmûz û tebaxê tê çinîn, ewê din jî piştî demsala dirûtina genim û li payîzan de jî tê çinîn.
Xidir Abdulla Birêveberê Çandina Ranye balkişand li ser wê yekê ku cûreya gulberojên Ranye ji cûreyên başe û gulberoja Berawe û tenê ji bo mebesta xwarinê tê berhemanîn. Berhemê din jî dişînin bajarê Silêmanî û Hewlêrê û kîloya wê nêzîkî 2000 heta 3000 dînaran tê firoştin.