Polîtîk

Bozyel: Tirkiye neçarê guherînê ye

B.BozyelBozyel got, ew biryara agirbestê yê PKKê erênî dibinin û di şert û mercên niha de têkoşîna çekdarî zirarê dide gelê kurd.

Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Bayram Bozyel, derbari pêşketinên siyasî yên demên dawî de pirsên AKnewsê bersivandin.

Wek tê zanîn di 12ê îlona 2010ê de “Pakêta Guhertina Destûra Bingehîn” dê bikeve dengdana gel. Hun dibêjin “Ne bes e, lê erê”, çima?

Tirkiyeyê, bi têgihîştina otorîter, înkarker û totalîstiya sala 1920ê birêve birin  ne mumkun e. Bi kurtî şertên derve û yên hundir Tirkiyeyê ber bi guherînê ve dibin. Pêvajoyê bi berendambûna Yekitiya Ewropayê (YE) yê di sala 1999ê dest pê kir û heta îlankirina “pêşvekirina kurd” gihaşt asteke girîng. Em referandûma 12ê îlonê jî wek parçeyekî vê guhertinê dinirxînin.

Di referandûmê de 3 alî hene. Aliyê “Na”, aliyê “Erê” û aliyê “Boykot”ê… Bi ya we, taybetmenidyên van her sê aliyan çi ne?

Yên ku di referandûmê de xwedî helwesta “Na” ne, baş dizanin ku, ger rewşa heyî biguhêre û welat bibe demokratîk dê zemîna ku heye winda bikin û ji ber vê pir dixebitin.

B.Bozyel‭Yên dibêjin “Erê”, dixwazin hêza sîstema milîtarîst û statukoparêz bête kêmkirin û warê siyaseta sivîl bête firehkirin.

Yên ku “Boykot” dibêjin, bi ya min, ji ber bi awayekî eşkere nikarin bêjin “Na” serî li vê rê dane. Bo vê mirov dikare ji wan re bêje “Naxwazên şermok”.

Ev pakêt bo kurdan çi îfade dike?

Di pakêtê de bêhêzkirina statuko û milîtarîzmê heye. Dema ku ev guhertina Destûra Bingehînê bête qebûlkirin, astengiyên pêşiya nîqaşkirina pirsa kurd dê kêm bibin. Bo lêgerînên çareseriyê dê rewşekî hê baştir hebe.

Çima kurdan, di mijareke ewqas girîng de yekitiya xwe saznekirin?

Sekna cûda ya kurdan ku ji berê tê, siya xwe da ser guhertina Destûra Bingehîn jî.

Hinek aliyên kurd dibêjin ku, “Di sê bendên Destûra Bingehîn ku nayên guhertin de, kurd tên înkarkirin. Ji ber vê guhertinên qismî me eleqedar nakin. Ger kurd bêjin ‘erê’ wê destûrê bikin meşrû.” Gelo hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Beyî ku bendên destpêkê yên Destûra Bingehîn bêne guhertin, heta niha di warê demokrasî, mafên bingehîn û azadiyan de sengerên girîng hatin bidestxistin. Van hemuyan înkarkirin, ji rastiyê qutbûnê nîşan dide. Çareserkirina pirsa kurd bi awayeke aştiyane û wekhev, demeke dirêj û têkoşîneke dijwar dixwaze.

Hûn biryara agirbestê yê PKKê çawa dirinxînin?

Em bi awayeke erênî dinirxînin. Fikra min ev e ku, têkoşîna çekdarî di rewşa heyî de fêde na, zirarê dide têkoşîna gelê kurd. Rewşa tundiya du mehên borî nîşan da ku, şer destê şerxwazan bihêz dike û zemîn dide provokatoran.

Fikra me ew e ku, divê kurdên Tirkiyeyê hêza xwe yek bikin û giraniyê bidin têkoşîna siyasî û aştiyane.

Hûn tevli daxwaza “Xweseriya Demokratîk” a PKK, BDP û Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) dibin?

Pêşniyara xweseriyê jî, di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de, di nava pêşniyarên ku divê bêne gotubêjkirin de ye.

Li aliyê dîtir, DTKê behsa “yekitiya neteweyî” kir. Ji vê diyaloga navbera kurdan tê fêmkirin. Gelo daxwazeke fermî bo we hat?

Hevserokê DTKê Ahmet Türk li me gerî got, dixwazin hevdîtinê bikin. Texmîn dikim ku, di demên pêş me de ev hevdîtin dê pêk were.

Wezîrê Karên Hundirê Tirkiyeyê çend roj berê got, wan bi Kemal Burkay re hevdîtin kirine û ew dawetî Tirkiyeyê kirine. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Ev gav nîşan dide ku, hikûmet bo hin aliyên kurd re hevdîtin bike hinek tabû şikandine û di nava lêgerînê de ye.

PORTRE / BAYRAM BOZYEL

Bayram Bozyel, di sala 1961 de li Diyarbekirê hate dinê. Beşa Pêwendiyên Endustriyel û Aboriya Xebatê yê Fakulteya Aboriya Zanîngeha Stenbolê qedand. Pişti derbeya 12ê îlonê 5 sal di Girtîxaneya Diyarbekirê de ma. Bi nave “Düşlerimi Süsleyen Şehir” û “Diyarbakır 5 No’lu” ku bûyerên Girtîxaneya Diyarbekirê vedibêje du kitêbên wî hene. Bozyel di 3emîn Kongerya HAK-PARê de wek Serokê Giştî hate bijartin û niha jî vê erka xwe didomîne.

(AKnews)

Back to top button