Polîtîk

Serokê Kurdistanê pêşwazî li cîgirê serokê Amerîkayê kir (Video)

Îro çarşem 01\092010 birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Hewlêrê pêşwazî li birêz Joseph Biden cîgirê Serokê Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka û şanda li gel kir, ku ji bo vekişana hêzên Emerîka û dawî hatina erkên wan yê wekî hêzekî şerker serdana Iraqê dike.

Li hevdîtinê de ku birêz Dr. Berhem Ehmed Salih Serokê Encûmena Wezîran û Kerîm Şingalî Wezîrê Navxo û Felah Mistefa Berpirsê Fermangehê Pêwendiyên Derveya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi vê serdana Cîgirê Serokê Emerîka derbirî û spasiya Hikûmet û gelê Kurdistanê ji bo Hikûmet û artêş û gelê Emerîka li rizgar kirina welat û yarmetîdana li pêvajoya binyadnanê de dûpat kir û hêvî xwest ku pêwendiya du qoliya di navbera Herêma Kurdistan û Emerîka bi taybetî li qonaxa piştî vekişana hêzên Emerîka li Iraq geş bibe bi taybetî piştî wê yekê ku Emerîka biryar da asta nûnerayetiya xwe li Herêma Kurdistanê li gel Konsolê Giştî bilind bike.

Li beşekî dinê hevdîtinê de tîşk xistin li ser pêşhatên dawiya grupên siyasî û pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraq û astengên li pêşiya wê.

Li vî derbarî de Serok Barzanî û Joseph Biden nêrînên xwe danustandin kirin û tekîd li ser lezkirina pêkanîna Hikûmetekî hevpeymaniya nîştimanî kirin, bi awayekî ku tu aliyek û pêkhatek neyê îhmal kirin.

Cîgirê Serokê Emerîka silavên Serok Obama bi Serok Barzanî gihand û behsa rola berbiçav û siyaseta hekîmaneya li Iraqa nû da kir, heman demî de girêdayîbûna Hikûmeta Emerîka bi girîngîdana Herêma Kurdistanê û pêşxistina pêwendiya demdirêja di navbera her du aliyan dûpat kir.

Hêjayî gotinêye ku êvariya îro Joseph Biden gihişte paytexta Herêma Kurdistanê li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Kerîm Şingalî Wezîrê Navxo û Felah Mistefa Berpirsê Fermangehê Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin.

 

Back to top button