Cîhan

Ji Obamayî banga aştî

Serokê Amerîkayê Barack Obama ji bo aştiyê herêmê bang ji serokên Rojhilata Navîn kir.

Obama digel Serok Devletê Misir Husnî Mubarek, Melîkê Urdunê Abdullah, Serokê Filîstînê Mahmûd Abbas û Serokwezîrî Îsraîl Benyamîn Netanyahuyê re hatin cem hev.

Obama got : Pêwîste ku hemî serok li ser rêya aştiyê bimêşin.

Serokê Misirê  Mubarek jî daxuya kir ku  Amerîka dîsa nîşanda ji bo hevdîtina aştiyek li ser Rojhilata Navîn pêşengî bike. Ger em bixwazin li Rojhilata Navîn aştiyek ava bikin divê Îsraîl çêkirina avahiyan bide sekinandin ji ber ku avahîçêkirina li ser axa Filîstiniyan bi peymanên navneteweyiyê de hatiye qedexekirin.

Netanyahu jî got : Serokê Filîstînê Mehmud Abbas hevkarê me yê aştiyêye û ger aştiyêk pêknehê her kes dikare winda bike . Em dixwazin di navbera Îsraîl û Filîstînê de aştiyekî mayînde ava bikin û ji ber vê yekê Îsraîl firsatek mezin da ji bo aştiyê mixabin ew jî pêşiya êrîşan negirt.

Serokê Filîstînê Mehmud Abbas jî  got : Di nava salekî de Peymana Aştiyê Rojhilata Navîn mimkûne û divê Îsraîl jî çêkirina avahiyan bide sekinandin. Êdî dema lihevkirin û dawîbûna dagirkirina ÎsraÎl û avakirina dewletê Filîstin hatiye. Abbas êrîşên dawi ya li ser ÎsraÎl jî şermezar kir.

Back to top button