Polîtîk

Ez dixwazim muhasebe generalên pîsek bête kirin

Prof.dr. Baskin Oran jî rengê dengê xwe da kifşkirin. Oran di daxûyaniyekî de got: “  Têrê nake lê erê“ Zanyarê siyasî,rojnemevan û nivîskarê naskirî Dr.Baskin Oran, berdewambûna daxûyaniya xwe de got: “ Piştî referandumê divê Ak-Partî destûrek nû demokratîk çêbike. Eger vê nekin ez peşkî av jî nadim destê wan“

Baskin Oran sedemê ku bije erê zelal kir û di vê derbarê de got: “ Hêzên çekdarên Tirkiye hat cihêkî hêdî nikare gotinekî bêje. Ev rewşa hêzên çekdar dezgehên dadweriyê xurt kir û dezgehên dadweriyê xwe têxin di cihê leşkeran de û dixwazin misyona wan ya berê pêkbînin. Dadwerî dixwaze dewletê kontrol bike. Guhertinên destûrê dihêlê ku hêdî dadwerî bê kontrol kirin. Ez ji bo vê yekê dibêjim erê.“

Oran herhewa da xuyakirin ku, eger ev guhertin bêne qebûlkirin, wê ew generalên înkilaba leşkerî kirîn bêne darizandin. Oran got ku; ev yek gelek girînge, hêdî dema generalek bixwaze înqilabek leşkerî bike, wê du caran bifikire. Ez dixwazim sêwana destûrê ji ser wan pîsekên generalan rabê da ku bêne darizandin.


Baskin Oran kiye:

Oran sala 1945-ê li Izmîrê hate dinê. Sala 1968-ê zangoya Enqere kuliya zanyariya siyasî xilas kir ,dest mastira xwe kir. Oran gelek caran bi biryara leşkeran ji karê xwe hatiye dûr xistin.Piştre dokrora xwe li ser pêwendiyên navnetewî kir. Dawiyê jî bo docent û profesor.
Elek kitêbên Baskin Oran hene.

Back to top button