Polîtîk

Kurt : Emê dawiyê desthilatdariya zaliman bînin

Parlementera AKP yê Amedê Abdurrahman Kurt ji bo xebatên referandumê li navçeyên Pîran û li Gêl bû .

Kurt di nav sohbetên xwe de got : Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê referanduma 12 Îlonê gelekî girînge digel referandumê jî emê dawiya ‘Desthilatdariya Zaliman’ bînin.

Kurt wiha berdewam kir : Xebatên li ser guhertina zagona bingehînê parlementoyê qediyaye û a niha jî mafê guhertinê di destê xelkê de ye. Me rola xwe lihîst  û ez bawer dikim ku hûn jî ji bo pêşeroja zarokên xwe rola xwe bilêzin û em bi hev re dawiya desthilatdariya zaliman bînin.

Referandum ne weka hilbijartina parlementeriye . Ez ne ji bo parlementerî ne ji bo bidestxistina şarederiyê li vir im. Ez ji bo xwe tiştek naxwazim. Lêbelê ji bo pêşerojên zarokên me yê hemiya gelek tişt hene.Dirûşmên me ev e. Zaliman nebin desthilatdar û em dibêjin ku : Em naxwazin generalên 12 Îlonê desthilatdar bibin. Û ev şerekî pir cidiye.

Back to top button