Kiliçdaroglu: Boykot jî erê ye
Serokê CHP-ê Kemal Kilicdaroglu di hevpeyvînek ya xwe de li gel Rojnama Milliyetê, di derbarê referandumê û helwesta partiyên siyasî de axivî. Li ser helwesta BDP-ê,ku di referandumê de nabêje na û nabêje erê jî,lê wê neçin ser sendoqan û referandumê boykot bikin, Kiliçdaroglu gote ku ew ji helwesta wan ne raziye.
Di vê derbarê de Kemal Kilicdaroglu got: “ Ez tê wateyê di vê helwesta boykotê de nabînim. Di derbarê guhertinek destûrî de mirov ya dibêje erê, yan jî dibêje na. Dema mirov bêje em naçin ser sendoqan û dengê xwe nadin ev yek tê wateya ku mirov dibêje erê.“
Di derbarê helwesta CHP-ê de jî Kilicdaroglu got: “ Mimkine ku heta niha CHP ji aliyê hinekan ve bi çewtî hatibe naskirin. Başe lê em ji bo helwesta xwe ya di referandumê de çima dibin statukoparêz? Min li tu cihekî statuko neparstiye. Em ji demokrasiyê re dibêjin ,hejî zêdetir demokrasî. Azadiya heyî jî dixwazin zêdetir bibe“
Kilicdaroglu van tiştan dibêje, lê bi hemi awayî statukuya heyî diparêze û ji bo vê yekejî di serî de inkara kesayeta xwe bi xwe û inkara gelek destkevtiyên demokrasiyê dike. Ew û partiya wî heta niha di rêya guhertinan de astenga herî mezin peyda dike û eve çendeke ji bilî parastina statukuyê tu karekî din jî nakin.