Nalbandyan : Divê Tirkiye li ser soza xwe bisekine
Li gor nûçeya Armania Todaysê , Nalbandyan doh li Zanîngeha Erîvanê de li ser polîtikayên derveyê Ermenîstanê konferansek da û li konferansê de got : Ankara li ser soza xwe nasekine.
Serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul berêya serdana Azerbeycanê daxuyanî dabû ajansa Azeriya APA yê re û wiha digot : Tirkiye digel Ermenîstan dîplomasiyekî bêdeng lê bê biryar dimeşîne.
Piştî vê daxuyaniyê şîroveyek ji aliyê Wezirê Derveyê Ermenîstan Edward Nalbandyan hat. Nalbandyan pirsekî l i ser dîplomasiyê Tirkiyeyê de wiha bersiv da : Wisa xuyaye ku Tirkiye xwe bi xwe diaxife.
Nalbandyan li ser axaftina Serokkomarê Tirkiyeyê bersiv da û got : Gelek car pirsa
li ser ‘Dîplomasiya Bêdeng’ dikin.Di zimanê Rusî de stranek heye ‘’Bi awayekî bê deng ez ji xwe re diaxim’’ Wisa xuyaye ku Tirk jî tenê di nava xwe de bêdeng diaxifin.Aliyê Tirk ji 10ê Cotmehê heta niha li ser vê mijarê gavekî neavetiye.Emê bibînin ku aliyê Tirk çiqas hazirin . Em ne weka Tirkin ku li ser soza xwe paşve gav biavêjin.