
Kujtina Saîd Elçî û hevalên wî bi biryara Dr. Şivan destpêkek neyînî û dijminane xist nav tevgera Kurd. Sedem çi dibe bela bibe, kê çi desttêwerdan kiribe bela kiribe, ev dîrok dîrokekek xirab e, ne baş e û hewce nake her serê demekê ev mijar ji awayekî neyînî bê rojevê.

Nûrî Çelîk
Çi di zagon û heq û hiqûqê cîhana medenî de be, çi jî di heq û hiqûq û rê û rêbaza ol û mezhebên nû û kevnare de be, kujtina insanan qetil e û ji kesê qetilkir re jî qatil, ango kujer, canî yan jî mirdar tê gotin. Mafdar be yan ne mafdar be, qetil qetil e, canstendin e û qetilkirin jî karê qatilan e. Sedem çi dibe bela bibe, tu kiras li qetilkirinê û li qatil nayê kirin, bi heft qalib sabûn bê şûştin jî destê qatil ji xwîna makdul, ango kesê kujtî, nayê şûştin û pak û rewan nabe.
Insanên hirsdar, çavsor, karîyerîst û berjewendperest zûtir dibin qatil û ji bo karîyer û berjewendîya xwe karin her tiştî bikin û dikin. Tiştên ku nikaribin di warê siyasî de li kesekî yan alîyekî bikin yan di warê siyasî de nikaribin zora wan bibin û wan têk bibin, îcar dest bi tunekirina fîzîkî dikin û dest bi kujtina dijberên xwe dikin. Di dîroka siyasî û partîtî ya Kurdan de nimûneyên vê yekê pir in. Di dîroka siyaseta Kurdên Bakur de nimûneya pêşîn serpêhatîya herdu Saîdan û piştre jî nimûneyên PKK û Ocalan e. Li Başûr jî nimûneyên navbera PDK û YNK pir in.
Di ser bûyera herdu Saîdan re 50 sal derbas bûn. Lê xuyaye hîna jî kela dilê hinek dildarên Dr. Şivan hênik nebûye, kujtina Saîd Elçî bi destê Dr. Şivan qebûl nakin û piştî 50 salî hîna jî tevdan û neyartîyê di nav herdu alîyan de dikin. Ev trajedîya ku wek toqa naletê ketiye stuyê alîgirên herdu Saîdan û 50 sal e pirsgirêk bi dawî nebûye, bi çîrok û teorîyên komployî nayê veşartin. Şahid, destnivîs, daxuyanîyên Qiyada Miweqet û çavkanîyên kujtina herdu Saîdan li holê ne. Îtîrafên Dr.Şivan, destnivîsên wî, hinek kesên ku şahidên bûyerê ne û îro berpirsên PDK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne sax in û ne mirine. Heger birastî hûn dixwazin rastîya trajedîya herdu Saîdan hîn bibin, herin vî hesabî ji berpirs û şahidên Başûrê Kurdistanê bipirsin. Na heger nêt û armanca we tenê tevdan û dijberîya Saîd Elçî û hezkiriyên wî be, ji xwe belge û şahid jî fêde nakin. Hewce nake kesek xwe virde wêde bibe û ji rastîyan bireve. Dr. Şivan û hevalên xwe biryara înfaza Saîd Elçî îmze kirine û ev yek bi belge hatiye îspat kirin. Guman tê de tuneye, ew kesên ku biryara kujtina Saîd Elçî dane û îmze kirine qatilê Saîd Elçî ne.
Mesela herdu Saîdan meseleyek trajedîk, brînek kûr û destpêka dijminatîya tevgera Kurd, komployek siyasî û tapankirina hereketa siyasîya Bakurê Kurdistanê ye. Kujtina Saîd Elçî û hevalên wî bi biryara Dr. Şivan destpêkek neyînî û dijminane xist nav tevgera Kurd. Sedem çi dibe bela bibe, kê çi desttêwerdan kiribe bela kiribe, ev dîrok dîrokekek xirab e, ne baş e û hewce nake her serê demekê ev mijar ji awayekî neyînî bê rojevê.
Bê guman ne karê min û ne jî qudreta min û sifata min têrê dike ku ez di derbarê bûyera Saîdan de hinek îddîayan bikim. Lê ez jî wek her Kurdekî dixwazim tespîtek siyasî bikim û xwe ji komployan dûr bixim. Di salên 70-80 de dihat îddîakirin ku hin kes ii nav partîya Saîd Elçî bi rêya dewlet û PDK Bakur jî ev komplo anîne serê herdu Saîdan. Îddîa ew bû ku wan kesan xeber daye Dr. Şivan ku Saîd Elçî û Derwêşê Sado zilamên MÎTê ne. Ev xeber di heman demê de gihişt destê berpirsiyarên herêmî yê herêma Behdînan wek Îsê Siwar û ewên din. Piştî ev bêbextî û rûreşî ket stuyê Saîd Elçî, Dr. Şivan bi hirsa xwe dest bi tasfîyekirina Saîd Elçî û bidestxistina partîyê kir. Ev gav bi pêkanîna semînera ku bi destê Omer Çetîn pêk hatibû dest pê kir. Omer Çetîn wek berpirsiyarê xortan ê partîyê bû û heyranê Saîd Elçî bû. Wer dixuye Omer Çetîn hatiye lîztik û provokasyona Dr. Şivan, di konferansê de Saîd Elçî û Derwêşê Sado wek zilamên MÎT a Tirkiyê hatine destnîşankirin û bi vî awayî zemîna kujtina Saîd Elçî hatiye amade kirin.
Wan çendê han min di Facebooka Faris Medenî Marsîl de dît ku Şakir Epozdemîr di bîranînên xwe de boxtan û bêbextî li Saîd Elçî kiriye û îddîa kiriye ku navbera îdareya hepsê û Saîd Elçî pir xweş bûye. Bi vê yekê Epozdemîr xwestiye îddîa bike ku Saîd Elçî zilamê MÎTa Tirkiyê ye. Li vir Şakir Epozdemîr boxtan û îdîayên salên 70-80î de tîne bîra meriv. Wan salan dihat gotin ku yekî ji nava partîya Saîd Elçî xeber ji Dr. Şivan re şandiye û gotiye ku Saîd Elçî zilamê MÎTê ye. Di heman bûyerê de Şakir Epozdemîr bi sedema ku hevalê Dr. Şivan e li herêmê tê binçavkirin. Dr.Şivan li hepsa Gilala Şakir Epozdemîr ziyaret dike û heta niha jî sedema hevdîtina wan nehatiye eşkerekirin. Yekî din ê ku bi Şakir Epozdemîr re di hepsê de bû hevalê Dr.Şivan Soro (Nazmî Balkaş) bû û Soro jî di vegera xwe de îtîraf kir ku ew bi MÎT a Tirkiyê re dixebite.
Piştî van gotinên Şakir Epozdemîr, di sere meriv de pirs û gumanên mezin çêdibin. Gelo ew kesê ku di salên 70-80î de behsa wî dihat kirin û xeber ji Dr. Şivan re şandibû Şakir Epozdemîr bû? Gelo Dr. Şivan li ser boxtan û bêbextîyên Şakir Epozdemîr Saîd Elçî kujt? Gelo Dr. Şivan hat lîztik û provokasyona Şakir Epozdemîr? Gelo Şakir Epozdemîr bi vê boxtan û bêbextîyê xwest şik û gumanan ji ser xwe bavêje û têxe stuyê Saîd Elçî? Gelo Şakir Epozdemîr bi vê boxtan û bêbextîyê xwest bi kevirekî du çûkan bikuje û herdu Saîdan tasfîye bike? Û bi dehan pirsên din.
Li vir pirsa sereke û candar ev e:
Gelo wê Şakîr Epozdemîr karibe bi belge îspat bike ku Saîd Elçî zilamê MÎTê bû? Heger nikaribe û tenê boxtan û bêbextî li Saîd Elçî kiribe, wê karibe lêborîna xwe ji hezkirîyên Elçî û milletê Kurd bixwaze?
Na heger îspat neke û lêborîna xwe nexwaze, ewê rasterast wek sersebeb û şirîkê kujtina Saîd Elçî di bin tohmetê de bimîne. Ne tenê kujtina Saîd elçî, herweha wê wek sersebebê kujtin û tasfîyekirina herdu Saîdan û şikandina tevgera azadîxwaz a Kurdên Bakur di nav rûpelên dîroka Kurdistanê de cîh bigre.