Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Balyozê Yekîtiya Ewropayê kir ji bo hewlên wî yên pêşvebirina pêwendiyên Yekîtiya Ewropa ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê jê re xwast di erkê wî yê dahatî de.
Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê ji bilî derbirîna spasî û pêzanîna xwe ji bo asankarî û hevahengiya dezgehên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Balyozxaneya Yekîtiya Ewropayê, tekezî li berdewambûna piştevaniya Yekîtiya Ewropa ji bo Herêma Kurdistanê kir.
Rewşa giştî ya Iraqê û amadekariyên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, mijareke din a hevdîtinê bû.