CivakRojev

Divê rê neyê dayîn PKK bacê ji xelkê Silêmaniyê bistîne

PKK li devera Silêmaniyê gelek xalên kontrolê danine û bacê ji hemwelatiyan distîne. Li devera silêmaniyê PKK wek grubek desthilat li hinek deveran tevdigere û dewsa hukumeta herêma Kurdistanê bacê ji xelkê werdigire. Erkê hukumeta herêma Kurdistanêye ku, rê li van kiryarên ne yasayî bigre û rê nedê ku kesek bacek ne yasayî bi tevgerên teroristî ji xelkê deverê bistîne.

Di vê derbarê de, endamê serkirdetiya PDKê, Necat Hesen ji BasNewsê re got: Divê PKK ji wan deveran derkeve ku bazge daniye û bacê ji xelkê distîne. Bi nemana qaçaxçîtiyê li devera Silêmaniyê re divê bazge û rêbendên PKKê yên wergirtina bacê jî nemînin.

Wî endamê serkirdetiya PDKê da zanîn jî, PKKê li deverên Pişder û Pênciwênê bi eşkere bazge daniye û bacê ji xelkê wan gundan distîne û wan serkut dike. Divê pêşiya vê yekê were girtin û metirsiya PKKê li ser wan deveran nemîne. Ew ziyanê digehînin rêveberiya Kurdistanê ji ber ku dixwazin xwe bi ser wan deveran de bisepînin.

Bi gotina wî serkirdeyê PDKê, xelkê deverên sînorî ji PKKê nîgeran in û gelek caran di navbera wan û çekdarên PKKê de şer derketiye. Ew êdî naxwazin PKKê li wan deran bibînin.

Back to top button