PolîtîkRojev

ENKS û PYD dîsa dest bi danûstandinan dikin

Berpirsekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, bi navcîtiya Amerîka dîsa danûstandinên ENKS û PYDê dest pê dikin.

Endamê desteya rêveberiya ENKSê, Îmad Birho ji BasNewsê re got, danûstandinên ENKS û PYDê dîsa dest pê dikin.

Îmad Birho her wiha got, danûstandinên han dê destpêka vê mehê û bi navcîtiya Amerîka dest pê dikin.

Wî serkirdeyê ENKSê da zanîn jî, naveroka vê carê ya danûstandinan beşdarbûna ENKSê di rêveberiya xweser de û vegera pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê ye.

Îmad Birho da xuyakirin, divê beriya destpêkirina danûstandinan PYD girtiyên wan berde û got, 14 kadro û medyakarên me li ba PYD û YPGê girtî ne û divê bên berdan û baregehên ENKSê yên ku hatine girtin jî bên vekirin da ku endamên ENKSê bikarin azadane xebata xwe bikin.

Destpêka îsal ENKS û PYD gihîştin rêkeftinê lê paşê ji ber destwerdana PKKê, danûstandin xitimîn û xalên rêkeftinê jî nehatin bicîhanîn.

Back to top button