Cîhan

Blinken:Me ji sala 1973ê ve serdemek bi vî awayî nedîtîye!

Êrîşa li ser baregeha li ser sînorê Urdun-Sûriyeyê de 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin, li herêmê bû sedema bertekan. Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken, geşedanên dawî nirxand û got, “Me ji sala 1973’an û vir ve li herêmê serdemeke bi qasî ya ku em pê re rû bi rû ne, metirsîdar nedîtine.”

Blinken ku li Washingtonê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist, der barê êrîşa ku tê de 3 leşkerên Amerîkî mirin nirxandin kir. Blinken destnîşan kir ku rageşiya ku bi êrîşên Hemasê yên 7ê cotmehê dest pê kir û bi êrîşên Îsraîlê ra zêde bû, li herêmê rageşiyeke cidî kom kiriye.

Wezîrê DYA’yê di derbarê rageşiya li herêmê di 3 mehên dawî de got: “Em niha li Rojhilata Navîn qonaxeke bêîstiqrar dijîn. Me li herêmê serdemeke bi qasî ya niha bi xeter û metirsîdar  ji sala 1973’an ve nedîtiye”

Blinken da zanîn ku ew naxwazin rageşî li herêmê belav bibe û got, ji bo parastina hêz û berjewendîyên Amerîkî dê her tiştî bikin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya ku rojek berê ji aliyê Qesra Spî ve hatibû dayîn de ragihandibû ku di êrîşa balafirên bê mirov a yekalî ya li dijî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li ser sînorê Urdun-Sûriyê de 3 leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dane. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî ragihand ku di êrîşê de 25 kes birîndar bûne û piştre hejmara birîndaran bûye 34. Piştre, Pentagonê ragihand ku hejmara birîndaran ji 40î derbas bûye.

Karbidestên Amerîkî, bi taybetî Biden, komên ku Îran piştgirîya wan dike ji êrîşê berpirsyar dîtin û diyar kirin ku dê di dem û cîhekî ku Amerîka bijarde, bersiva êrîşê bê dayîn. Ji aliyê din ve Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî îdiayên ku dibêjin Îran bi vê êrîşê ve girêdayî ye red kir û got, “Hêzên berxwedanê yên li herêmê di biryar û kiryarên xwe de talîmatan ji Îranê wernagirin.” ​

Back to top button