Li girtigeha Qizilhîsarê girtiyan grev kir

Hêzên ewlehî û parastina girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê Îranê, bi awayek hovane êrîşê girtiyan kirin û îşkence li wan kirin gelek jiwan birîndarbûn.
Piştî nerazîtînîşandana girtiyên siyasî li girtîgeha Qizilhisarê li derheq bidarvekirina 4 çalakvanên Kurd li vê girtîgehê de, hêzên rejime û pasdaran ji bo denge wan bisekinînin êrîşê girtiyan kirin.
Lig ora agahinên xwecihî ku hatine belavkirin, girtiyên siyasî yên li benda 4 a girtîgeha Qizilhisar a rêjîma Îranê li bajarê Kerecê, bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember bidarvekirina 4 çalakvanên Kurd li vê girtîgehê de girev kirin û li hewşa girtîgehê de durişmên ne razîbûnê gotin..Piştre hêzên parastina girtîgehê û herwisa hêzên wezareta îtilaat a rêjîmê êrîş kirine ser benda wan girtiyan û ew bi dijwarî êşandin û li wan dan. Hinek ji girtiyan ji bo birînên xwe rakirine nexweşxaneyan.