Civak

Biryara vekirina Firokexaneyên Kurdistanê êrîniye

Serok Barzani di derbarê biryara vekirina firokexaneyên Kurdistanê ji bo geştên navdewletî daxûyaniyek ragihand. Barzani vê gava Iraqê wek gavek erênî dinirxîne.Peyama Serok Barzani:“ Biryara vekirina Firokxaneyên Herêma Kurdistanê, hengavekî başe ji bo destpêkirina çareseriya kêşeyan. Lê belê pêwîste hemû aliyek wê yekê ji bîr nekê ku kêşeya di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê kêşeya mafên siyasî û neteweyî û dîrokî û destûrî û mirovî û aboriya gelê Kurdistanê, tenê li babeta firokxane û budceyê da nayê kurt kirin.“

Back to top button