Rizgar Kêsteyî bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Ji berî her tiştî divê êdî ne tenê PKK wek nûnerê Kurdan were dîtin yan mîna dibêjin ( muxateb ) ji ber ku ew zêdetir siyaset û berjewendiyên hindek hêz û welatên herêmî diparêze,PIRS:Li Bakurê Kurdistanê piştî pêvajoya ”çareseriyê” têkçû, şerek dijwar dest pê kir.Gelo berjewendî û zerera tevgera kurd û gelê kurd li Kurdistana Bakur di vî şerî de çîye?Ji bo sekinandina vî şerî pêwistî bi çi heye?Di baweriya we de cardin pêvajoyek bi navê çareseriyê dikare dest pê bike? Eger dest pê bike dê çewa be? Bersiva Rizgar Kêsteyî:
Helbet tu berjewendiya gelê Kurdistanê di vî şerî de nebû ê ku piştî prosesa aştiyê li bakûrê Kurdistanê hate destpêkirin, her li destpêka vê pêvajûyê tirsek li ser hebû ji ber ku hinek hêzên nava Tirkî û hinekên nava PKK û hindek welatên cîran jî bi taybet Îran bi pêşveçûna vê pêvajûyê tengav dibûn û ne dixwestin ew cî bigire.Loma jî wan bi hemû hêza xwe li provaksyona digeran ku vê pêvajûyê rawestînin û cardin şer li Kurdistanê gurr bikin. Me dî jî kanê vî şerî çi ziyaneka mezin li bakûrê Kurdistanê da bi taybetî şerê xendekan ê ku bû egerê wêran kirina gelek bajarên Kurdistanê û derbider bû na xelkê wan ji bo metropolên Tirkî.Rastî divê hem dewleta Tirk û hem jî Kurd bixebitin ku vê kartê ji destê PKK derxînin, ji ber ku wem me xuya kirî biryara PKK di destê wê de nîne û bidestve anîna mafên kurdan jî di nava armanc û progiramê wan de nine.Loma berî her tiştî divê êdî ne tenê PKK wek nûnerê Kurdan were dîtin yan mîna dibêjin ( muxateb ) ji ber ku ew zêdetir siyaset û berjewendiyên hindek hêz û welatên herêmî diparêze, loma bi hêviya PKK ez pêşerojeke geş ji bo vê pêvajûyê nabînim û divêt hem Tirk û hem Kurd çavê xwe li alternatîvekî din bigêrin ji bo ku pêvajûya aştiyê pêre li ser baxivin.Lê mixabin hêzên dervey PKK jî tu hêzek yan partiyeke wesa bi hêz û mezin tuneye ku bikare vî cihî bigire, loma ez dibînim destpêkirin yan serketina vê pêvajûyê wê gelek hêsan nebe, lê eger ji herdû aliyên Kurd û Tirka viyaneke bi hêz hebe dikarin hêdî hêdî bi hevre li xalên hevbeş bigerin û car din pêvajûyê destpêbikin.Rizgar Kêsteyî